Hejmara nû ya Xwebûnê der ket 2025-07-28 10:56:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 293’yemîn de bi manşeta ‘Divê komisyon qanûnî be’ li ber destê xwînerên xwe ye.   Rojnameya Xwebûnê ku li ser dijîtal rojane û çapî jî heftane weşanê dike di hejmara xwe ya 293’yemîn de bi manşeta ‘Divê komisyon qanûnî be’  dertê. Rojname, roportaja bi Berdevka HDK’ê û Wekîla  DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş a derbarê Komisyana ku divê li Meclisa Tirkiyeyê bê avakirin derxistiye manşeta xwe. Beştaş, diyar dike ku wan xwestiye ev komisyon li ser bingeheke  qanûnî be û dibêje: “Birêz Ocalan jî di hevdîtinên xwe de xwestibû ku komisyon li ser bingeha qanûnê bê avakirin. Lê desthilatê di civînan de ev qebûl nekir…”   Dîsa rojname ji mijarên jinê, siyaset, polîtîka, çand, wêja, ziman, tenduristî û civakî bigire bi gelek mijarên balkêş derdikevin pêşberî xwînerên xwe. Herwiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Sogul Şêxo, Mehmet Alî Ertaş, Adar Jiyan, Seyîtxan Anter, Felemez Ulug, Siyamed Sîpan, H. Halît Alaçati, Hesen Huseyîn Denîz, Siyamend Aslan, Zaza Cebelî, Fatma Taşli Tunç, Rohat Bulut, Roger Koyî û Serdar Altan bi nivîs, nûçe û analîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.