Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye 2025-07-28 10:02:27 ENQERE – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku li Tirkiyeyê jiyana mirovan “ji avê erzantir” e û got: “Berpirsiyarê herî mezin ê şewatan hikûmeta AKP’ê ye.”   Serokwekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî geşedanên rojane li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û di daxuyaniyê de bal kişand ser şewatên daristanan.   Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: “Dilê me, pêşeroja me û axa me dişewite. Li gel vê bi hezaran zîndewer jî dişewitin û dibin xwelî. Gel ji bo van şewatan digirîn, lêbelê desthilat tenê temaşe dike.”   ‘BERPIRSIYARÊ ŞEWATAN HIKÛMETA AKP’Ê YE’   Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku desthilat li dijî banga midaxileya şewatan bêdeng e û wiha pê de çû: “Bi milyonan çavkaniyên welat dibe xwelî. Berpirsiyarê herî mezin ê şewatan hikûmeta AKP’ê ye. Berpisiyar, sazî ne û wezareta ku tevdîran nagire ye.”    ‘JIYAN JI AVÊ ERZANTIR E’   Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser kesên k udi tefandina şewatan de jiyana xwe ji dest dane û ev tişt got: “Em ji bo wan ji xwedê rehm û ji bo xizmên wan sersaxî dixwazin. Mixabin li Tirkiyeyê ji ber ku tevdîr nayên girtin jiyana mirovan ji avê erzantir e, her roj em mirinên wiha dibinin.”   ‘EM JIYANA HEMÛ ZÎNDEWERAN ESAS DIGIRIN’   Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, destnîşan kir ku li dijî hemû polîtîkayên li dijî xwezayê ne û jiyana hemû zîndeweran esas digirin û got: “Di bingeha vê rewşê de hişmendiya Modernîteya Kapîtalîst heye. Ev hişmendî xwezayê wek amûreke mêtingehiyê dibîne û ji bo karê şîrket û desthilat xwezayê talan dikin. Serdestiya kapîtalîzmê ya li ser xweza û çavakaniyan ji bo ekosîstemê texrîbatên kûr çêdike.”