ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-23 09:00:17   * Edîtorê rojnameya Yenî Yaşamê Mahsum Saglam diyar kir ku serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter dê di 10'ê Îlonê de bi dawî bibin û got: "Em li benda serlêdanên hevpîşeyên xwe ne."   * Hevberdevkê Înîsiyatîfa Avê ya Muglayê Gungor Erçîl bal kişand ser krîza avê ya li Herêma Egeyê û got: "Ji Çeşmeyê heta Antalyayê, pêkanînên ku li dijî ku av pêdivîyeke candaran e tên kirin."     * Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar diyar kir ku divê statuya zimanê kurdî were naskirin û got: "Hebûn û azadiya zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e."     * Li Qaxizmanê ku di salên dawî de hilberîna mişmişan zêde bûye, mişmiş tên hişkkirin û firotin.     * Siddik Guler ê 85 salî ku piştî 27 salan ji girtîgehê derket, bi zorê diaxive, dimeşe û dibihîse. Guler got: "Şeş mehan me bi ava sar serê xwe şûşt. Me her cure heqaret dît."      * Jina ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê ku lê dest dirêjî hate kirin, diyar kir ku çendî gilî kiriye jî tenê cihê peywirdaran hatiye guherandin.     * Mîrata dîrokî û çandî ya Mêrdînê, Rezên Zinnar, bi vîllayên bêdestûr ên ku ji aliyê sermayedaran ve di bin navê "ekoturîzmê" de hatine çêkirin, tê talankirin. Parêzvanên ekolojiyê hişyariya "karesatê" dan û gotin: "Parastina vê derê berpirsiyariyeke polîtîk e."     * Şaxa SES'ê ya Amedê dê li avahiya sendîkayê daxuyaniyekê li ser pêvajoya Peymanên Kar ên Komî (TÎS) bide (12:30)     * Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk dê damezrandina xwe di civîna li Baroya Rihayê de ragihîne û ji bo “pêvajoyê” gotûbêj bike dê bi saziyan re bicive. (17:00)