Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da 2025-07-23 08:33:02 NAVENDA NÛÇEAYAN - Dayika Şemiyê Emîne Ocak jiyana xwe ji dest da.      Hate ragihandin ku Dayika Şemiyê Emîne Ocakê, jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê Dayikên Şemiyê ya li ser hesabê medya dijîtal X’ê de wiha hate gotin: "Me dengê herî xurt ê bi cesaret û bibiryar ê têkoşîna me ya ji bo heqîqet û edaletê Emîne Ocak, winda kir.”   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Agahiyên der barê merasîma cenaze de dê werin ragihandin."   Emîne Ocak dayika Hasan Ocak e, ku di sala 1995’an de bi îşkenceyê hatiye kuştin û cenazeyê wî li daristanên Beykozê yên Stenbolê hatiye dîtin û li goristana bêkesan de hatiye veşartin. Emîne Ocak 30 sal in ji bo edaletê têdikoşe da ku kujerê kurê wê bê darizandin.