Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe 2025-07-22 11:07:02   RIHA – Pêvajoya çareseriyê ya beriya vê bi hinceta ku li Serêkaniyê 2 polîs hatine kuştin hatibû bi dawîkirin. Mehmet Nacî Yilmaz 32 mehan girtî ma û piştre serbest hat berdan û diyar kir ku divê 10 salên din badilhewa neçe.    Mutabakata Dolmabahçeyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gaveke girîng bû û gotinên Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ên di 5'ê Nîsana 2015'an de anî ziman ku wan pêvajo xistine 'sarincê', êrîşên berfireh destpê kirin. Ev yek piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Amedê û komkujiya di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê ku 33 ciwan hatin qetilkirin.   Piştî du rojan di 22'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsên bi navê Feyyaz Yûsûf û Okan Ûçar li malên xwe mirî hatin dîtin. Ev bûyer ji bo bidawîbûna 'pêvajoya çareseriyê' weke hincet hat dîtin. Rojek piştî cînayetê, wesayiteke ku 5 kes tê de bûn, li dû telefonê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Dema lêpirsîna polîsan dirêj bû, kesên di wesayîtê de birin qereqolê; di dema prosedur berdewam dikir de, telefonek hat îdiakirin ku kesên di wesayîtê de destê wan di kuştina polêsan de heye. Ji 9 kesên hatin binçavkirin 7 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna piştî cînayetê hat meşandin de, bi îdîaya 'xerakirina yekparebûna dewletê û yekparebûna welêt' û 'kuştina ji ber bicihanîna wezîfeya cemaweriyê' bi daxwaza girtina heta bi hetayê der heqê 13 gumanbaran de doz hat vekirin. Lê belê pêvajoya darizandinê bi îddîayên ku delîl an jî pêwendiyên bi Tevgera Gulen re hatine xebitandin derket pêş.   Parêzeran diyar kirin ku di cînayetan de şopên FETO’yê hene. Di dosyeya dozê de rewş û rola polîsê sêyem wek nîşaneya pirsê ma. Di Çileya 2017’ê de 3 kes hatin berdan. Di rûniştina biryarê ya 1'ê Adara 2018'an de hemû bersûcan beraat kir. Dadgeha Temyîzê ya Herêma Dîlokê biryar erê kir. Ji sala 2019'an û vir ve li 3'emîn Odeya Ceza ya Asliye ya Dadgeha Bilind tê darizandin.   Polîs ji aliyê kê ve û çawa hatine kuştin, tevî dem derbas bûye jî nehatiye diyarkirin. Bi vî rengî cînayetên polîsan ên pêvajoya aştiyê qedand. HDP'ê der barê dosya her du polîsên di wê demê de hatin kuştin de daxwaza lêkolîna meclisê kir, lê ev daxwaz hat redkirin. Ji ciwanên di dozê de tên darizandin Mehmet Nacî Yilmaz jî got, "Eger pêşî li pêvajoya aştiyê nehatibûya girtin, welat wê îro li cihekî cuda bûya."   Mehmet Nacî Yilmaz ê ku 10 sal berê weke gumanbarê cînayetê hat binçavkirin û ji bo bi zorê sûcdar bê girtin ji aliyê tîmên taybet ve îşkenceyeke sîstematîk lê hat kirin û piştî ragirtina 32 mehan beraet kir û wiha got: “Hinekan ev pêvajo xetimand. Yekî bi girêdana biratiyê mudaxele kiriye. Pêvajoyeke nû heye ku niha di qonaxa xwe ya destpêkê de ye. Eger pêvajoya beriya 10 salan destpê kir bihata qedandin, gelo wê welat di vî halî de bûya? 10 sal badilhewa çû. Ewqas sivîl, gerîla û leşker neçar nediman bimirin. Di vê pêvajoya ku nû dest pê kir de, weke yek ji mexdûrên herî mezin ên serdema berê, spasiyên xwe pêşkêşî her du aliyan dikim. Divê hemû gel vê pêvajoyê hembêz bikin. Ev welat nikare 10 salên din jî winda bike.”   LI DIJÎ PROVOKASYONAN HIŞYARÎ   Yilmaz li dijî provaksoyan hişyarî da û wiha axivî: "Weke gelê Kurd û Tirk, eger em di parastina aştiyê ya bê vî welatî de israr bikin, yên ji şer sûdê werdigirin wê ji aliyê gelan ve bên teşhîrkirin." Yilmaz da zanîn ku aştî ne şer, bi yekitiya gelan pêkan e.