Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me 2025-07-21 12:53:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nameya ku Konseya Sivîl a Gelên Xwecihî ya Hondûrasê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandî de hate gotin, "Em ji ramanên we yên li ser xweserî, civakîbûn û azadiya gelan û jinan îlhameke mezin digirin."   Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê (COPINH) nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand. Di nameyê de ewil wiha gotin: “Ji çiyayên Intbuca yê pîroz ji bo dilê gelê Kurd, ji gelê Lenca yê di bin sîwana COPNHê rêxistinbûyî ye, name ji bo girtiyê siyasî Abdullah Ocalan re. Em ji çiyayên kesk ên Intbucayê peyama xwişk û biratiyê ji te re dişînin.”   Nameyê bi vî rengî dewam kir:   “Em gelê Lenca yê av û axê ne, li Lempira û Berta Caceres COPINHê xwe bi rêxistin kirine.   Em ji koka kûr a têkoşîna xwe ya hevpar ji we re dinivîsînin. Li gel ku dora we bi dîwar û hesinan girtiye, bayê berxwedana we yê ji rojhilat digihêje me. Li gel hewldanên hêzên mezin ên leşkerî, bazirganî û aboriyê ku dixwazin me ji nexşeyê û hişê mirovahiyê bibin, ev ba ji me re qala gelê Kurd dike, qala gelekî dike ku xaka xwe, mafê xwe yê jiyana azad bi rûmetdarî diparêze û dest jê bernade. Li Hondurasê, ji talana sîstema mêtingeriyê ku tenê mirinê, xizaniyê û bêzimantiyê li pey xwe dihêle, em çemên xwe diparêzin. Em çemê pîroz Gualcarque diparêzin ku hevrêya me Berta Caceres parast. Hevrêya me Berta Caceres ji ber ku li ber cinawirê bi navê pêşketinê rabû, hate qetilkirin. Weke ku di paradîgmaya we de jî hate destnîşankirin, em zanin ku azadî ji hikumetan û ji şîrketên mezin nayê, lê belê ji xwecihî, ji komunalîteyê û ji têkiliya xurt a bi xakê re tê. Em ji fikrên we yên li ser xweserî, civakîbûn, azadiya gelan û jinan îlhameke mezin werdigirin. Em bandor û dengvedana paradîgmaya we ya konfederalîzma demokratîk a li ser xwe, bi rengê rêveberiya ku xwe dispêre xwerêveberiyê û nêzîkatiya edaletê, ku ji pêşiyên me ji me re maye. Bêyî ferzkirin û dagirkeriyê, bêyî dewletên zordar an jî rêxistinên sûc, em bi daxwaza jiyanê digihêjin hev. Ji aliyê din ê cîhanê em hêzê, tenduristiyeke baş û sehetê ji we re dixwazin.   Em hêvî dikin ku ev nameya me bibe tovek ji bo hînnebûna/fêrînebûna li girtîmayinê. Bila gotin û fikrê we di wan dil û mejiyan de şîn bibe ku xeyala cîhaneke cuda mezin dikin, jiyana azad ji petrol, zêr û sînoran bêhtir bi qîmet dibînin. Di vê demê de ku hûn hewl didin aştiyê ji bo gelan ava bikin, em ê bi gelê we re bin. Ji ber ku gava gelekî li ber xwe da, ti xanedanî nikare heta bi hetayê hebe. Ji ber ku dema çemekî stran got, ti aştiyek nîne ku wî heta bi hetayê rabigire. Ji ber ku gava rûmet mezin bû, rêveçûna dîrokê diguhere.   Em we, bi hurmeta li kesekî ku berdêla hêviya azadiyê dide, hembêz dikin. Em hem azadiya we hem jî azadiya hemû gelan dixwazin ku çand, beden û xaka xwe li hemberî zincîra desthilatdariyê diparêzin. Bi biryardarî, berxwedan û bîr a gelê Lencayê.   COPINH Tîrmeh 2025   Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê.”