DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn! 2025-07-20 09:14:33     ENQERE – Çend kesên ku di nava komên pramîlîter ên ku di êrişa Siwêdayê de cih girtibûn, tevî ala DAIŞ’ê ya li ser ûnîformaya xwe beşdarî weşana zindî ya CNN Turkê bûn.   Êrişên hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, li ser Siwêdayê didomin. CNN Turkê, çend endamên koma êrîşkar kire mêvanê weşana xwe ya zindî. Ala DAIŞ’ê ya li ser ûnîformaya beşdarên weşanê di dîmenan de xuya bû.