Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye 2025-07-18 09:23:24 NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnamevan Frederike Geerdink ku di Koma Aştî û Civaka Demokratîk de cih girt, diyar kir ku ev gava ku hatiye avêtin bangek ji dewletê re ye ku "tiştekî bike" û got: "Çek hatin şewitandin, lê têkoşîn hîn bi dawî nebûye." Frederike Geerdink, yek ji rojnamevanên ku merasîma çekşewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11'ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li devera gundewarî ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe şopand, çavdêriyên xwe vegotin.    Frederike Geerdink destnîşan kir ku merasîm gaveke girîng bûye û beşdar hestiyar bûne. Frederike Geerdink got: "Ji bo gaveke wisa minêkariyek hebû. Lê êşa ji ber polîtîkayên înkarker jî hebû. Ev yek bû sedema hêsiran. Di dîmenên ku min dîtin de, ev cih nagirin. Ji bo ku hûn fêm bikin ka ew hest çiqas kûr in, divê hûn li wir bûna. Vê yekê bandoreke mezin li min kir. Wê kir ku ez hîn bêtir fêm bikim ka ev gav çiqas kûr û watedar e."   ÊN ÇEK DANÎN: VEGER TUNE YE   Frederike Geerdink diyar kir ku piştî merasîmê bi Besê Hozat, Behzat Çarçel, Tekoşîn Ozan û Tekîn Muş re civiyaye. Dema ku wê ji Besê Hozat pirsî, "Hûn ji dewletê çi hêvî dikin?", bersiva "Em tiştekî hêvî nakin" wergirtiye. Frederike Geerdink got: "Di destpêkê de, min ev hevok fêm nekir. Lê paşê min fêm kir ku ev gav bi tu bendewariyekê nehatiye avêtin. PKK'ê biryarek bê şert û merc da ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Wan got ku ew ê venegerin, çi dibe bila bibe. Besê Hozat bi eşkereyî got, 'PKK hatiye fesixkirin.' Wan got, 'Piştî 50 salan têkoşîn gihîştiye asta ku êdî kurd nayên înkarkirin. Hebûna kurdan êdî nayê înkarkirin. Vegera li berê tune. Ji ber vê yekê em niha vê gavê diavêjin. Em ji hikûmetê tiştekî hêvî nakin, ji ber ku vegera vê gavê tune ye. Ev gav di heman demê de gaveke sembolîk bû ji bo zorê bidin dewletê. Ew bangek bû ku ji tiştek were kirin.'"   Frederike Geerdink destnîşan kir ku di hevdîtina wê de "xweparastin" jî di rojevê de bûye û got: "Mafê xweparastinê di îdeolojiya tevgera kurd de rêgezeke bingehîn e. Bersiva wan zelal bû: Bê guman, mafê xweparastinê bivênevê ye. Ger şerê li çiyayan berdewam bike, ger Tirkiye li ser çareseriyeke leşkerî israr bike, PKK an tevgera çekdarî ya Apoyiyan dê xwe biparêzin. Ev têkoşîn dê heta ku tundiya li dijî wan berdewam bike, berdewam bike. Hîn ne diyar e ku ev mafê xweparastinê dê di pêşerojê de çawa di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de were entegrekirin. Pêvajo niha ne di wê qonaxê de ye."   ‘TÊKOŞÎN NEQEDIYAYE'   Frederike Geerdink got: "Çek hatine avêtin, lê têkoşîn hîn bi dawî nebûye" û wiha lê zêde kir: "Ciwanên ku li Stenbolê stranên kurdî gotin bi tundiya polîsan re rû bi rû dimînin. Şaredarên CHP tên girtin. Xuya ye ku dewlet bi çareseriyê re eleqedar nabe. Lê dîsa jî hêvî heye. Ev gava sembolîk a PKK'ê dikare destên aliyên alîgirê demokrasiyê di nav dewletê de xurt bike. Ev dikare bi têkoşînê gengaz bibe. Ez li Kurdistanê tiştekî fêr bûm; hêvî di têkoşînê de ye. Her çend ev dibe ku wekî dirûşmeyekê xuya bike jî, bi salan min wateya wê ya kûr fêm kir. Têkoşîn berdewam dike û ev bi serê xwe hêviyek e."   Frederike Geerdink got: "PKK tevgereke rewşenbîrî ye ku bala tevahiya cîhanê dikişîne. Ji ber vê yekê, carinan têgihîştina îdeolojiya wê dikare dijwar be. Dibe ku hin kes bifikirin, 'Çek hatin şewitandin, lê pirsgirêkên me çareser nebûne.' Ji ber vê yekê, tevger berpirsiyar e ku kiryarên xwe ji raya giştî re rave bike. DEM Partiyê li seranserê welêt civînên gel li dar dixe û her tiştî rave dike. Lê ev yek di çapemeniyê de bi têra xwe nayê dîtin. Ez hêvî dikim ku rojnamevanên biyanî beşdarî van civînan bibin û rapor bikin ka DEM Partî çawa planên xwe ji raya giştî re rave dike. Li rûerdê gelek tişt diqewimin, lê em di çapemeniya sereke ya rojavayî de hema hema tiştekî li ser vê yekê nabînin. Ev windahiyeke mezin e."   Frederike Geerdink destnîşan kir ku dewlet berpirsiyar e ku pêvajoyê rave bike û got: "Ev ne tiştek e ku tenê DEM Partî an tevgera kurd divê ji raya giştî re rave bike; divê dewlet jî rave bike. Ji ber ku gelê Tirkiyeyê 100 sal in ji hêla faşîzmê ve hatiye manîpulekirin. Divê em rave bikin ka çi diqewime."   ROLA JINAN   Frederike Geerdink, her wiha li ser rola jinan di vê pêvajoyê de axivî û got: "Rola jinan tam di dilê vê meseleyê de ye. Ji ber ku têkoşîna ku tevgera kurd dimeşîne di esasê xwe de li dijî feraseta baviksalar, feraseta dewleta neteweyî, faşîzmê û kapîtalîzmê ye. Ez difikirim ku ji ber vê yekê jin ber bi tevgerê ve tên kişandin. Ji ber ku ew ji bo jinan serî radikin. Di koma ku çek şewitand de gelek jin hebûn. Çapemeniya rojavayî jî li ser vê yekê ji min dipirse: 'Çima ewqas jin hebûn?' Ez rave dikim, lê ew pir caran şaş dimînin, dibêjin 'Çi?' Agahiyên têr li ser tişta ku tevgera kurd dike tune ne."   MA / Hîvda Çelebi