Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû 2025-07-11 15:41:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di çapemeniya cîhanê de deng veda.   Komeke PKK’î ya ji 30 kesan pêk dihat, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîma îmhakirina çekan li dar xist. Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di çapemeniya cîhanê de deng veda.    Ajans û rojnameyên weke Reuters, BBC, ABC News, The Irısh Times, NBC News û hwd., gava hatiye avêtin weke “Gaveke mezin e ku ne tenê Tirkiyeyê, dê bandorê li Rojhilata Navîn bike” nirxand.    Reuters’ê, şewitandina çekan a PKK’ê weke “gavekî sembolîk lê girîng” nirxand. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku li qada merasîmê ewlehiyeke zêde hebû. Bi domdarî ajansê cih da axaftina rayedarekî hikûmeta Tirkiyeyê ku dibêje: “Gavên ji vir û şûnde dê ji bo wê be ku endamên PKK’ê ji hêla yasayî ve tev li civaka Tirkiyeyê bibin û ji bo başkirina civakan be. Her wiha dê gavên ji bo teşwîqkirina lihevkirinê bên avêtin.”    BBC’yê jî bi sernavê “PKK, di rêya bidawîkirina pevçûnên li Tirkiyeyê de gavekî mezin avêt û çek şewitand” parve kir. Di nûçeyê de hûrgiliyên merasîmê hatin vegotin. Di heman demê de kitekitên pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan dest pê kirî jî da û got ku bandora biryara PKK’ê ne tenê li Tirkiyeyê, dê li Iraq, Sûriye û Îranê jî bê hîskirin.    ABC Newsê jî cih da gotina Abdullah Ocalan a “Ne çek lê ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim” ku di peyama bidîmen de cih girtibû û daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya piştî merasîmê hatiye weşandin.    NBC Newsê jî bi gotina “Merasîm, ji bo bidawîkirina serhildana bi dehan salaye li dijî Tirkiyeyê tê domandin sembolîk e lê gavekî girîng e” nûçeya xwe da.    DW’ê jî di nûçeya xwe de cih da biryara fesixkirinê ya PKK’ê û sedemên avabûna wê.    EV BIRYAR DÊ BANDORÊ LI ROJHILATA NAVÎN BIKE    The Strait Times’ê jî di nûçeya xwe de hûrgiliyên merasîma PKK’ê vegot û diyar kir ku ev biryar dê bandorê li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê bike.    The Seattle Timesê jî destnîşan kir ku merasîma hatiye lidarxistin, gava ewil a şênber ya pêvajoya bêçekbûnê ye û cih da helwesta Bahçelî ya berê ya li dijî PKK’ê û daxuyaniya wî ya piştî merasîmê.    Al-Monitorê jî nûçe bi sernavê “Şervanên Kurd di merasîmeke girîng de çekên xwe îmha kir” ragihand. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Merasîm, nîşaneya qonaxa derbasbûna serhildana çekdarî ya Partiya Karkeran a Kurdistanê (PKK) ya siyaseta demokratîk e û parçeyeke berfireh a hewldana ji bo bidawîkirina pevçûnên demdirêj in li herêmê didomin tê dîtin.”    The Irısh Timesê jî di nûçeya xwe de got ku merasîma PKK’ê piştî banga Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin û dê bandoreke mezin li Tirkiye û Rojhilata Navîn bike.