Serokê Baroya Mûşê: Pêvajo di asteke girîng de ye, divê her kes xwedî lê derkeve 2025-07-10 09:06:22   MÛŞ - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku pêvajo bi saya bangên dîrokî yên Abdullah Ocalan gihîştiye asteke girîng û got ku divê meclis rola xwe ya girîng bilîze. Her wiha bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku piştgirî bidin pêvajoyê da ku heba nebe.   "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de ragihand, deriyê pêvajoyeke nû da vekirin. Piştî vê bangê, PKK'ê ragihand ku ew ê di navbera 5 û 7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar bixe û xebatên xwe bi dawî bike. Duh, Abdullah Ocalan bangeke din a dîrokî kir û careke din destnîşan kir ku pêwîst e her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Têkildarî pêvajoyê gavên nû tên avêtin û li gel vê gengeşeyên li ser avakirina komîsyonekê li meclisê jî didomin.    Serokên baroyên 16 bajarên Kurdistanê ji bo gengeşekirina avakirina komîsyonekê serdana partiyên siyasî yên li meclisê kirin. Serokê Baroya Mûşê Parêzer Kadîr Karaçelîk jî di nava şandeya ku serdana meclisê kir de cih girt. Karaçelîk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re li ser serdana wan a meclisê û pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir axivî.   PÊVAJOYA VEGUHERÎNÊ   Karaçelîk diyar kir ku ji bo pêkanîna aştiya civakî ew di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û bihêvî ne. Karaçelîk bal kişand ser aliyê dîrokî yê bangên Ocalan. Karaçelîk destnîşan kir ku pêvajo bi baldarî dimeşe û got: "Serdema 2013-2015'an bandorek pir giran li ser civakê hişt. Ji ber vê yekê, di warê meşandina vê pêvajoyê de, rewşeke bi endaze heye. Bê guman, ev pêvajo dê veguherîneke civakî ya nû bi xwe re bîne. Ew deriyê veguherîneke nû di warên civakî û siyasî de vedike."   SIYASETA DEMOKRATÎK   Karaçelîk diyar kir ku vekirina rê li ber siyaseta demokratîk armanca dawîn e û got ku bi ruhê pêvajoyê ve girêdayî rêze pêdiviyên civakî û hiqûqî derketine pêş. Karaçelîk got: "Yek ji stûnên herî girîng ên vê pêvajoyê, meseleya avakirina stûna pozîtîf a aştiyê, pêdiviyên hiqûqî dihewîne. Girtiyên ku cezayên xwe temam kirine û bi biryara lijneya çavdêriyê nayên berdan û nagihêjin azadiya xwe û girtiyên nexweş, stûna ewil a vê pêvajoyê ne."    Karaçelîk destnîşan kir ku Qanûna Dij-Terorê (TMK) yek ji faktorên herî girîng e ku çareserkirina pirsgirêka kurd girantir dike û got ku pêwîst e ev qanûn bê betalkirin ku di maf û azadiyên bingehîn de valahiyek diafirîne û pergalek cezayî ya cuda vedixwîne. Karaçelîk wiha domand: "Dema ku di avakirina polîtîkayên ewlehiyê mirov esas bên girtin dê di TMK'ê de jî reform bivênevê be. Her wiha hin bendên di TCK'ê de, ên wekî 'bêyî endamê/a rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye' du caran ji aliyê Destûra Bingehîn (AYM) ve hat betalkirin. Sererastkirinên pêşbîniya wan tune ne dihewîne."    Karaçelîk da zanîn ku pêdivî bi sererastkirina vê û xalên nolî wê heye û got ku ev, di heman demê de siyaseta demokratîk jî ber bi qadeke ewle ve dikişînin û derfetên wê peyda dikin.    BANGAWAZÎ   Karaçelîk destnîşan kir ku pêvajo bi bangên hatine kirin re di qonaxeke krîtîk de ye û daxwaz kir ku ew neyê hebakirin. Karaçelîk diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêkê de roleke girîng dikeve ser milê meclisê û got ku divê mirov di şêwaza der barê pêvajoyê de bigire heya bi naveroka wê de baldar be û xwedî lê derkeve.    MA / Can Kirbaş