Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya 2025-07-08 12:39:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bi Serokwezîrê Iraqê Sudanî re hevdîtin kir.    Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re, li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî re hevdîtin kir. Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Iraqê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku mijarên hevkarî û îstîxbarata hevpar hatiye gotûbêjkirin.