ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN 2025-07-05 09:00:17   * Îtîraza li dijî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê Osman Şîban ê li Wanê ji aliyê leşkeran ve bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û dû re jî ji helîkopterê hatibû avêtin, hat redkirin.   * Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Barış Bahoz Çagrici, hemû ciwan vexwend bo komxebata ku dê sibe li Amedê bê lidarxistin.   * Hunermend Sûavî, diyar kir ku ger li welatekî zimanê dayikê qedexe be dê hunerê jî ne azad be û got: “Ger li welat aştî çêbe dê hunerê jî azad be. Ji bo aştiyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî.”   * Şîrketa Ferhat Nasiroglûyê AKP'î, bi kana kevirê kilsê û xebatên madenê yên ku li gundê Sîsê yê Licê ava kiriye, xwezayê wêran dike.   * Fîşeka gazê ya ku ji aliyê leşkerê ku avêt û bû sedema mirina Mehmet Ûytûn, 16 sal in nehatiye dîtin. Bav Tûran Ûytûn got: "Dozger fîşeka ku kurê min kuşt ji cihê bûyerê girt, lê ew fîşek niha winda ye."   * Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Edeneyê dê "Komxebata bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve" li dar bixe. (10.00)   * Dayikên Şemiyê, dê cara 1058'an li Meydana Galatasarayê li hev bicivin. (12.00)   * Çalakiya xizmên windayan a heftane dê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidome. (12.00-14.00)   * Dê li Stenbol û Enqereyê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî bê dayîn. (13:00)   * Li navçeya Tetwa a Bedlîsê dê mihrîcan di roja 9’emîn de bidome. (14.00-17.00)   * Li gelek bajaran dê “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” bê li dar xistin. (17.00-21.00)    * Li Navenda Çanda Yilmaz Mizrak a li Stenbolê dê panela “Rewşenbîr û hunermend aştiyê dixavin” bê lidarxistin. (16.00)