Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn 2025-07-04 16:12:35   AMED - Ji ber gotina "Rêberê PKK'ê" ya di rojnameya Yenî Yaşamê de, li belavkara rojnameyê Zîlan Gulê cezayê hefsê hate birîn.     Belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul, ji ber hinceta belavkariya rojnameya ku di roja 29’ê Kanûna 2024’an de hatibû qedexekirin, di 26’ê Hezîranê de 2 sal û mehek ceza lê hate birîn. Dadgeha 4’emîn a Cezayên Giran a Amedê jî bi îdiaya “bi dilxwazî û bizanebûn alîkariya rêxistinê kiriye” ceza da.    Dadgehê hinceta cezayê aşkera kir. Di biryara bihincet de hate diyarkirin ku di naveroka rojnameyê de propagandaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin. Ji bo Ocalan ji dêleva “serokê rêxistina terorê”, bikaranîna “Rêberê PKK’ê” wek sûc hate hesibandin. Herwiha dadgehê, îdiaya "Rojnameyê  tecrîda li dijî Ocalan bi awayekî sîstematîk weşandiye" kire hinceta cezayê.   BIRYARA QEDEXEYÊ PIŞT RE HATE DAYÎN   Îfadeya Zîlan Gulê jî di biryara bihincet de cih girt. Herwiha di biryarê de hate destnîşankirin ku rojname di 3’yê Çileyê de hatiye qedexekirin û wiha hate diyarkirin: “Nebûna biryara qedexeyê yan komkirinê pêşî li îspata sûc nagire û di îfadeya bersûc de jî aşkera bûye ku bi îradeya xwe belav kiriye.”