Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin 2025-07-03 15:45:23   STENBOL - Şewata li Daristana Bajar a Sûltangaziyê derketî hate kontrolkirin.    Li Daristana Bajar a navçeya Sûltangazî ya Stenbolê ji ber sedemên nediyar şewat derket. Piştî agahdarkirina welatiyan, li cihê şewatê gelek komên agirkujiyê û komên Midûriyeta Çandinî û Daristanan hatin veguhestin.    Şewat, piştî saetekê hate kontrolkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku xebatên ji bo sarkirina herêmê didomin .