Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin 2025-06-29 14:49:31   MÊRSÎN - Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek got: “Dema mijara behsa xeberê dibe Kurd û Ocalan, tevahiya pergala hiqûqê ji holê radikin.”    Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên Mêrsîn û Edeneyê, li Eywana Konferansan a Akademiyê ya Bajarê Nû bi navê “Di rêya aştiyê de mafê hêviyê” panelek li dar xist. Hevseroka Şaxa OHD’a Mêrsînê Melek Saraldi ji ewil axivî û got ku PMME cezayê muebbeda girankirî ya bêyî derfeta tehliyebûnê weke “îşkence û miameleya xerab” dinirxîne. Melek Saraldi, bi bîr xist ku DMME jî cezayê muebbeta girankirî di çarçoveya “îşkence û miameleya xerab de” weke binpêkirina “Mafê hêviyê” dinirxîne. Melek Saraldi, got ku DMME’yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara “mafê hêviyê” daye lê Tirkiye bicih nayîne û bi vê yekê re mafê jiyanê binpê dike.    Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek jî di panelê de pêşkeşî kir û da zanîn ku Abdullah Ocalan bi sala ye di tecrîd û îzolasyonê de tê ragirtin.    Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ji ewil hebûna gelekî were qebûlkirin. Bifikirin ku gelek ev 50 sal in dibêje ‘ez heme’ û ji bo vê têdikoşe. Anku divê mirov mafê hêviyê yê Ocalan ne tenê bi şexsê wî bisînor bike. Jixwe bi vê sedemê zêde guh nade meseleya xwe ya şexsî. Yek ji taybetiya girîng a Ocalan ew e ku hiqûqa xwe ya şexsî di nava hiqûqa kolektîf de bicih dike. Anku hiqûqa xwe ya hemwelatiyê di nava hiqûqa kolektîf a gelê xwe de bicih dike. Armanca esasî ya Abdullah Ocalan ew e ku gelê Kurd di deriyê hiqûqê de bikeve hundir.    Tevahiya pergala hiqûqê dema mijara behsa xeberê dibe Kurd û Ocalan ji holê tê rakirin. Ev rewş di nava rojekê de çênebû. Di demekî dirêj de ev hate kirin. Netewe dewlet, hewl dide hemû aktorên hiqûqî yên ji xwe re dijmin dibîne tune bike û bêbandor bike. Jixwe mentiqa tecrîdê jî bingeha xwe ji vir digire.”