Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin 2025-06-28 14:22:49 STENBOL - Di çalakiya vê hefteyê de, Dayikên Şemiyê çarenûsa 5 kesên ku 32 sal berê li Şirnexê hatine kuştin pirsîn û banga “edaletê” kirin. Dayikên Şemiyê hefteya 1057'an a çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar xistin da ku çarenûsa  xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û edaletê bixwazin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qurnefîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo Omer Çetîn, Saît Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Guler ku di Hezîrana 1993'an de di encama serdegirtina leşker û cerdevanan de li gundê Hirareş  yê navçeya Basa ya Şirnexê hatin kuştin û cenazeyên wan piştî 19 salan hatin dîtin, edalet xwestin.   Metna çapemeniyê ji mirovnên şemiyê Sebla Arcan xwend.   Sebla Arcan diyar kir ku bi salan e daxwazên wan ên rastî, edalet û aştiyê hene û got ku ji bo aştî mayînde bibe divê rûbirûbûn û hesabpirsîn pêk were. Sebla Arcan ku diyar kir li gundê Hirareş ku di Hezîrana 1993'an de operasyon lê hatiye kirin, gundî li dibistana gund hatine komkirin û 2 rojan îşknce li wan hatiye kirin wiha berdewam kir, "Yek ji gundiyan, Omer Çetîn ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û birine qereqolê. Piştre ew birine mala wî  û lêgerin kirin. Dema ku di lêgerînê de tiştek nehat dîtin, leşkeran gef li Omer Çetîn xwarin û gotin, 'Heke tu neaxivî, em ê jina te tazî li dora gund bigerînin.' Piştî vê gefê, Omer Çetîn hewl da ku ji balkona malê bireve û ji aliyê leşkeran ve hatiye gulebarankirin û bi giranî birîndar bûye. Di heman rojê de, Omer Çetîn, Ahmet Guler, Saît Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Gulerekî din ji aliyê leşkeran ve bi çavên girtî bi hinceta ku 'dê îfadeyekê bidin' dibin qereqolê."   'TU LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN'   Sebla Arcan gotinên xwe wiha domand: "Ahmet Guler ku çend roj şûnde bi birînên giran vegeriya gund, tiştên ku di binçavkirinê de qewimîn wiha vegot: 'Wan Omer Çetîn û Ahmet Guler ku yekî din jî bi heman navî ye, li nêzîkî gund kuştin. Piştre min, Sait Şen, Beşîr Başkak û Abdullah Guler birin deverek çiyayî ya bi zeviyên genim. Wan em avêtin çalekê. Dema ku ez rûniştibûm, dengê çekan hat û hevalên min li ser min ketin. Wan bombeyek jî avêtin. Dema ku ez hatim ser hişê xwe, ez vegeriyam gund û tiştên ku qewimîne vegot. Malbatên ku ji bo Ahmet Guler çûn herêmê, cenazeyên xizmên xwe yên bi hovane hatine kuştin dîtin. Wan miriyên xwe bi dizî û bi hev re veşartin bêyî ku erkên xwe yên olî bi cîh bînin veşartin. Piştî bûyerê, gundî bi zorê hatin koçberkirin û neçar man ku koçî bajarên cûda bikin. Ahmet Guler 24 rojan li nexweşxaneyê hate dermankirin. Destê wî yê çepê seqet bû û ew hîn jî nikare laşê xwe bi tevahî bi kar bîne. Tevî ku bûyerê bi tevahî ku bûyer bi tevahî hat vegotin jî tu lêpirsîn nehat kirin"   'EM DEV JÊ BERNADIN'   Sebla Arcan ku diyar kir hestî radestî malbatan hatine kirin û malbatan di dema kolandinê de ku di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Giştî ya Rayedar a Taybet a Dîyarbekirê de di sala 2012'an de hatiye kirin, cenazeyên wan bi merasîmek olî veşartine, tekez kir ku tevî  32 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî sûcdar nehatine darizandin. Sebla Arcan tekez kir ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.   Çalakî piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.