Şaredariya AKP’î ji bo îhaleyên ‘nelirê’ hincet kir ‘ewlehî’! 2025-06-27 10:32:13 MÊRDÎN - Şaredariya AKP’î ya Stewrê ji roja dest bi kar kirî heta niha tevî hişyariya derhiqûqtiyê ya Dîwana Çavdêriya Darayî jî 5 îhaleyên bihayê wan 77 milyon TL digire, bi îdiaya “ewlehiyê” û bi rêbaza “bazariyê” kir.    Şaredariya Stewrê ya Mêrdînê di Hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de bi rêya “hilbijêrên hatin veguhestin” derbasî AKP’ê bû. Derket holê ku rêveberiya AKP’î gelek karên nelirê kiriye.    Şaredarê Stewrê Engîn Ugur Hamîdî yê AKP’î ye û ji Adara 2024’an heta niha 5 îhale bi rêbaza “bazariyê” ya di çarçoveya Xala 21-C a Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê (KÎK) de, kir. Şaredariyê, ji bo rêbaza “bazariyê”, xala 21-C’ê (di dema rewşên taybet ên weke parastin û ewlehiyê de divê îhale tavilê bên kirin) weke hincet nîşan da. Şaredariyê, hişyariya Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî Xala 21-C’yê jî paşguh kir. Balkêş e ku di dosyayê de nehate destnîşankirin ka li navçeyê “gefeke ewlehiyê” ya çawa heye.    KARÊ BI BIHAYÊ 77 MOLYON LÎREYAN BI ‘RÊBAZA BAZARIYÊ’ KIR    Du îhaleyên şaredariyê têkildarî parke û bordurê de hatin kirin û yên din jî têkildarî înşaeta hewza avjeniyê, sererastkirina hawirdorê û nûkirina gaza xwezayî bûn. Bi vê yekê re karê ku bihayê wan 77 milyon TL digire, bi hinceta “ewlehiyê” bi rêbaza “bazariyê” hatin kirin.    ÎHALEYÊN BI MILYON LÎREYAN    Li gorî agahiyên li ber dest; “Karê parke û bordurê” di 24’ê Gulana 2024’an de bi bedela 6 milyon û 989 hezar lîreyan da Ercan Înşaetê; “Karê Çêkirina Hewza Avjeniyê” di 5’ê Tîrmeha 2024’an de bi bedela 37 milyon û 850 hezar TL’an da Servet Gumuş; “Karê Sererastkirina Hawirdorê” di 21’ê Tebaxa 2024’an de bi bihayê 11 milyon û 400 hezar TL’an da Abdulkadîr Aslan; “Karê Kevirên Parke û Bordurê” di 31’ê Çileya 2025’an de bi bihayê 17 milyon û 598 hezar û 842 TL’an da Ercan Înşaetê û “Karê Nûkirina Gaza Xwezayî” jî di 31’ê Çileyê de bi bihayê 3 milyon û 534 hezar û 608 TL’an da Mehmet Remzî Alpar.    MIDÛRÊ KARÊN FENÊ ÎSTÎFA KIR   Hat zanîn ku Şaredariya AKP’î dixwaze çendek îhaleyên din jî bide û ji ber rêvebirina karûbarên îhaleyê, di navbera Şaredar Engîn Ugur Hamîdî û Midûrê Karên Fenê Gurkan Demîr de nîqaş derket.    Sedema van nîqaşan, heta Qeymeqamtiya Stewrê jî diçe. Lêbelê derket holê ku erêkirina hinceta “ewlehiyê” ya îhaleyan ji hêla qeymeqamtiyê ve hatiye kirin û qeymeqamtiyê gotiye “cîbicîkirina Xala 21-C’yê guncav e.” Li ser vê yekê, Midûrê Karên Fenê Gurkan Demîr jî îstîfaya xwe da û çû. Lêbelê hêj bersiva daxwaznameya îstîfayê ya Demîr nehatiye dayin û hemû peywirên wî jê hatine girtin û bi vî awayî midûrtiya xwe didomîne.    Hat zanîn ku derdora şaredar Hamîdî jî dibêje ku Demîr li gorî daxwaza wan naxebite û dê karê wî were bidawîkirin.    ‘BI AWAYEKÎ DOMDAR BIKARANÎNA 21-C’YÊ LI DIJÎ QANÛNA ÎHALEYANE’    Dîwana Çavdêriya Darayî; di gelek raporên xwe yên berê de têkildarî xalên 21-B, 21-C û 21-F ên Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê ku rêbaza “usûla bazariyê” di xwe de dihewînin, hişyarî kir. Di raporan de hate gotin ku kirina îhaleyan a bi hincetên behsa xeberê divê di “rewşên îstîsnaî” de be. Di raporê de tê gotin ku xala 21-C’ê tenê dikare di rewşên awarte bê bikaranîn, divê gefa ewlehiyê şênber be û bi awayekî domdar bikaranîna vê xalê jî binpêkirina rêgeza şefafî, reqabet û hesabdayînê ye. Di vê çarçoveyê de jî Dîwana Çavdêriya Darayî vê rewşê weke derqanûnî dinirxîne.    MA / Ahmet Kanbal