Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e 2025-06-26 11:54:33 AMED -  Rojnameger Îkram Balekanî diyar kir ku agirbesta di navbera Îran-Îsraîlê de agirbesteke demkî ye û got: “Formula çareseriya Îranê, ‘Konfederalîzma Demokratîk’ a Abdullah Ocalan e. Bi vê yekê re şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ dê dîsa dest pê bike û heta serkeftinê bidome.”   Rojnameger Îkram Balekanî têkildarî şerê Îran-Îsraîlê û geşedanên li herêmê nirxand. Balekanî, diyar kir ku ev şer bi aşkerayî hatiye û rêya çareserî û aştiya li Rojhilata Navîn, formula “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.    Balekanî, got: “Di navbera Îran û Îsraîlê de têkiliyên tevlihev hene. Di sala 1979’an de Şah ket û Humeynî bû îktîdar. Bi vê re şerê Îran û Iraqê dest pê kir. Di vî şerî de DYA’yê çek dida Îranê. Ji bo li dijî Iraqê bi kar bîne 11 hezar çek da Îranê. Bi van çekan li Iraqê xist. Têkiliyeke wiha hebû. Îran bi sala ye dibêje ‘Em ê rejîma siyonîst ji holê rakin, ji nexşeyê jê bibin.’ Ev 46 sal in heman dirûşmê berz dike û dibêje ‘Em ê Îsraîlê tune bikin.’ Ev ne şerekî niha ye, şerekî domdirêj e û Îsraîlê jî xwe ji bo van gefan amade dikir. Li gorî şer, 30 salan stargeh amade kir. Ev şer 12 roj domiya. Kîmyewî, uranyum hincet e. Şerê dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Dema Sedema Helebçe bi çekên kîmyewî bombebaran dikir deng ji yek ji wan derneket. Kesekî behsa bikaranîna çekên kîmyewî yên Sedam nekir. Heta 2003’yan, wê demê kîmyewî kirin hincet û êrişî Sedam kirin. Lewma çekên kîmyewî hincet e.”    ‘JIN Û KURD DIKARIN ÎRANÊ BIGUHERÎNIN’       Bi domdarî Balekanî anî ziman ku rejîma Îranê guh nade gelê xwe û wiha pê de çû: “Heke ji Sedam û Esad ders girtibûya, dê gav bi gav xwe biguheranda. Nerazîbûna gel me di berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ de dît. Du hêz hene ku dikarin Îranê biguherînin. Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan got; ‘Yên ku dê pêşengtiyan guherîn û veguherîna Rojhilata Navîn bikin, Kurd in.’ Kurd û jin dikarin Îranê biguherînin. Îran jî ji van ditirse. Lewma hêzên xwe li rojhilatê Kurdistanê kom dike. Dixwaze gel bitirsîne. Gelê Îranê piştgiriyê nade rejîmê û jê aciz e lê Îran vê nabîne. Ev jî nîşan dide ku ev wiha nadome. An dê mudaxileyek ji derve were kirin an jî dê komên hundir hêzên xwe bikin yek.”    ‘XETEREYA ÊRIŞAN HEYE’    Di berdewamê de Balekanî anî ziman ku tiştên diqewimin şerê hegemonyayê ye û ev nirxandin kir: “Rûsya bi Ûkraynayê mijûl kirin û ji Rojhilata Navîn derxistin. Niha jî dixwazin bazara di destê Çînê de asteng bikin. Ji ber ku ew bazar her wiha bazara Îranê ye. Hêza Îranê nîne ku Tengava Hurmuzê bigire. Ji ber ku dê Çîn jî jê bandor bibe. Naxwazin Îran bi temamî ji holê rabe. Dixwazin Îraneke li gorî daxwaza wan hebe. Şerê DYA’yê yê li dijî Îranê ne şerê ji bo têkbirina wê ye. DYA naxwaze rejîm biguhere. Lê di 12 rojan de bi dehan fermandarên wê hatin kuştin. Îranê jî texmîn nedikir dê derbekî wiha bixwe û daxwaza agirbestê kir. Tevî agirbestê jî îxtîmala êrişan a her du aliyan heye. Li Îranê aliyên dixwazin şer xelas bibe hene. Hevseroka PJAK’ê jî dibêje bila yekîneyên leşkerî girêdayî partiyan nebin. Birêz Abdullah Ocalan jî ji bo Rojhilata pêşniyara ‘Konfederalîzma Demokratîk’ dike. Ya herî rast ev e.”    ‘ŞOREŞA JIN, JIYAN, AZADÎ XELAS NEBÛ...’    Rojnameger Balekanî destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şer de pergalek hatiye avakirin û wiha got: “Mînaka Rojava heye. Gelên Kurd, EReb, Tirkmen û Suryan bi hev re dijîn. Her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibe. DAIŞ’ê bajar talan dikir û her kes qetil dikir. Lê li Rojava pergalek hate avakirin. Di vê mijarê de şensê Rojhilat zêdetir e. Ji ber ku tecrubeya droneyan a li Şengalê heye. Dikare ji kêmasiyên li Rojava dersan bigire. Li Başûr kêmasî hene û ev 33 sal in nekarîn pêşmergeyan di bin sîwanekê de bikin yek. Dikarin ji vê dersan bigirin. Ev jî tecrube ne. PJAK ne niha hatiye avakirin. Lewma şensê Rojhilat zêdetir e. Hêzekî dînamîk e. Di sala 2011’ê de bi Îranê re şerekî çalak kir. Di navbera Komele û PJAK’ê de peymanek heye. Bi berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ re PJAK û Komele ji hêla hêza leşkerî ya hevpar û ji hêla siyasî ve bûn yek. Peyman didome. PJAK dikare pêşengtiya gelên din jî bike. Hevserokên PJAK’ê di daxuyaniyên xwe de bal kişandin ser şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ û gotin; ‘Kurd dikarin pêşengtiyê bikin. Gelê Îranê jî vê qebûl dike. Ji ber ku hemû dinya felsefeya Abdullah Ocalan a ‘jin, jiyan, azadî’ qebûl dike.’ Dirûşma ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’ jî li Rojava pratîk bû û îro li Îranê olan dide. Şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî nebû, navber hat dayin. Dê dîsa dest pê bike. Heta serkeftinê jî dê bidome.”    ‘MECBÛR IN BI KURDAN RE BIBIN YEK’    Balekanî, da zanîn ku heke Rojhilata Navîn bi darê zorê were guhertin dê zirar bigihije hin derdoran û wiha axivî: “Dê gel bên înkarkirin. Ev jî dê bi xwe re şerên nû bîne. Lê heke demokrasî li ser esasên Abdullah Ocalan pêşniyar dike bibe, dê şer çênebe. Dê guhertineke aştiyane bibe. Heke ev proje nebûya, dê Kurdan nekariyan herêma heta Dêra Zorê rizgar bikin. Ji ber ku Ereban ev qebûl nedikir. Daxuyaniya PJAK’ê ya ji bo Azeriyan ku digot ‘Tirkiye û Îran dixwaze nîfaqê bixe navbera me.’ girîng e. PJAK, dibêje; ‘Em ê tevî hevalên xwe yên Azerî bijîn. Divê Kurd û Azerî bi hev re bijîn.’ Mînaka vê li Rojava heye. Dibêjin heke Kurd û Ereb û gelên din bikarin bi hev re bijîn, ma em çima nekarin. Kurd, Azerî û Erebên li Rojhilat dikarin bi hev re pergalekê ava bikin. Dikarin bi Belucan re bibi yek. Li Xorasanê 2 milyon Kurd dijîn. Kurd dikarin li Îranê bibin pêşengên guherîn û veguherînê. Dikarin Îranê û hêzên hegemon vala derxînin û bi xwe dîzayn bikin. Heke li Îranê ev bibe, dê lîstikên hêzên hegemon jî vala derkeve. Mecbûr in bi Kurdan re bibin yek. Heke nebin, dê aramî neyê Rojhilata Navîn. Îro Kurd xwedî avantaj in û dikarin hevsengiyên nû ava bikin.”    ‘KURD MECBÛR IN BIBIN YEK’    Balekanî, daxuyand ku heke Kurd bixwazin bibin xwedî hêz, mecbûr in bibin yek û axaftina xwe wiha qedand: “ENKS’ê li Rojava bi salan muxalefet kir û çû cem çeteyan. Zirar da yekitiyê lê di dawiya dawî de rêya rast dît. Em naxwsazin li Rojhilat jî heman tişt bibe. Rêya xelet, serkeftinê bi xwe re nayîne. Partiyên derveyî civakê, neçarên têkçûnê ne. Îro kî bi rêya komunan xwe birêxistin bike û pêşengtiya gel bike, ew dê bi ser kevin. PJAK, dibêje; ‘Em amade ne hêzên xwe bidin rêveberiya gel. Divê rêveberiyeke xweser were avakirin û em jî amade ne bibin endamên wê.’ Anku dibêje divê gel bibe yek.”    MA / Mujdat Can