Ji Netanyahu daxuyaniya destpêkê: Êrişa DYA’yê dê dîrokê biguherîne 2025-06-22 09:03:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu têkildarî êrişa DYA’yê ya li dijî Îranê daxuyanî da û got: “Ev êriş dê dîrokê biguherîne.”    Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî êrişa DYA’yê ya li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê yên Fordo, Natanz û Îsfehanê daxuyanî da. Netenyahu, got: “Ev çalakî dê dîrokê biguherîne. Serok Trump û ez gelek caran dibêjin ‘aştiya bi rêya hêzê.’ Di serî de hêz, piştre aştî tê. Îşev jî Serok Trump û DYA’yê bi hêzeke pir mezin tevgeriyan.”    Netanyahu, destnîşan kir ku Îsraîlê di “Operasyona Şêrê Bilind Dibe” de tiştên “nûwaze” kiriye lêbelê Amerîkayê bi êrişa xwe re “serkeftineke bêhempa” bi dest xistiye. Netanyahu, got: “Tişta ku li seranserî cîhanê tu welat nikarin bikin, kir. Dê dîrok binivîse ku Serok Trump, li dijî rejîma herî xetere ya cîhanê û li dijî çekên herî xetere ketiye nava tevgerê. Serokatiya wî ya îro, ji bo pêşerojeke aştiyane û aram a Rojhilata Navîn û cihên din kêliyeke dîrokî ye.”