PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne 2025-06-17 13:43:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsyara Têkiliyên Karên Derve ya PJAK’ê Zegrus Enderyarî diyar kir ku ew ne aliyekê şerê Îran-Îsraîlê ne û got: “Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin. Em li her qadê amade ne, rêxistinkirî ne.”    Berdevkê Têkiliyên Derve yê PJAK'ê Zegrus Enderyarî têkildarî şerê Îran û Îsraîlê ji ANF’ê re axivî. Enderyarî anî ziman ku piştî êrişên berfireh ên Îsraîlê yên li ser Îranê, Îranê jî bi êrişên fuzeyan bersiv da û got, ev pêvajo ji şerekî leşkerî wêdetir ji bo gelê Îranê tê wateya krîzeke kûr. Enderyarî, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Gelê Îranê ji xwe di bin ambargoyên aboriyê, zextên siyasî û şert û mercên giran ên jiyanê de dieciqe. Niha jî vî şerî barê lis er milê gel hîn zêde kir.”   Enderyarî ragihand ku rewşa li rojhilatê Kurdistanê bi heman rengî nebaş bûye û diyar kir ku dewleta Îranê di her dema krîzê de bi ser navxweyî ve diçe, bi taybetî jî êrişî derdorên şoreşger û pêşverû dike. Enderyarî, got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li Îranê enerjiyeke civakî ya mezin afirandibû. Piştevaniyeke mezin a civakî û berxwedan afirandibû. Dibe ku rejîm êrişên Îsraîlê bike hincet û êrişî vê piştevaniyê bike. Dibe ku zextên li ser girtiyên siyasî, kesayetên pêşengên civakê û şoreşgeran ji nû ve giran bike, darvekirinan zêde bike."   'EM Ê GELÊ XWE BI TENÊ Û BÊPARASTIN NEHÊLIN'    Zegrus Enderyarî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê gel bi rêxistin be, di nava piştevaniyê de be û wiha domand: “Li hemberî tepisandina gel ji aliyê rejîma Îranê ve, li her derê rêxistiniya civakî şert e. Em weke PJAK bi salan e bi vê têgihiştinê dixebitin û bi rêxistin in. Em ê gelê xwe bi tenê û bêparastin nehêlin. Li her qadê em amade ne, bi rêxistin in û xwedî wê kapasîteyê ne ku parastina xwe ya civakî bikin."   XWEST HÊZÊN ROJHILAT BI HEV RE TEVBIGERIN     Enderyarî anî ziman ku tevliheviya li Rojhilata Navîn û şerê navbera Îran û Îsraîlê divê ji aliyê Kurdan ve bi baldarî bê nirxandin û bang li siyaseta Kurd bi taybetî jî hêzên Rojhilatî kir ku li hemberî vê yekê bi hev re tevbigerin. Enderyarî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî di navbera hêzên Kurd de zemîneke yekitiyê ya şênber bi pêşengiya PJAK'ê ava bû. Ev yekitî û hevgirtin di asta jiyanê de girîng e ji bo gelê me. Di nava şer de ev piştevanî ji bo gelê me girîng e.”   'EM ALIYÊ ŞER NÎNIN'     Enderyarî, destnîşan kir ku Kurdên li Rojhilat û parçeyên din ên Kurdistanê ti carî naxwaze bibe parçeyeke şerê li Rojhilata Navîn û axaftina xwe wiha qedand: “Em li Rojhilata Navîn il derveyî desthilatdariyê heyî û siyasetên şerkirinê, feraseta siyasî ya rêya sêyemîn diparêzin. Em modela rêveberiya xwecihî û bi hev re ya gelan diparêzin. Em di vî şerî de alî nînin, em naxwazin gelên xwe bikin parçeyekî vî şerî. Çareserî di avakirina jiyaneke demokratîk û bi hev re ya gelan de ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû civakên olî û entîkî yên li Îranê em jiyaneke hevpar a xweseriya demokratîk pêşniyar dikin. Rejîma Îranê bi afirandina nakokiyên navbera gelan dixwaze rêveberiya xwe dewam bike. Em siyaseteke welê dimeşînin ku van nakokiyan ji holê rake û piştevaniya gelan ji xwe re dike esas. Jiyaneke hevpar a bi sîstemeke gelparêz, li ser bingeha xwecihî û demokratîk pêkan e û em dixwazin vê yekê bi cih bînin.”