Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê 2025-06-17 09:07:33 BEDLÎS - Goristana Xerzanê ku yek ji wêneyên herî biêş ên êrişa li dijî bîr û nirxên gelê Kurd e, bi salan piştre cara ewil dîmenên wê hatin kişandin. Hatin û çûna herêmê hêj qedexe ye û kavilên goristanê hêj li şûna xwe disekinin.    Goristana Xerzanê, weke wêneyekî herî biêş ê êrişa li dijî bîr û nirxên gelê Kurd di hafizeya civakê de cih girt. Goristana Xerzanê ku li herêma di navbera Oleka Jor û Oleka Jêr a Bedlîsê ye û 267 cenaze lê hatine veşartin, di 8-17’ê Kanûna 2017’an de rasetî êrişeke giran a leşkeran hat. Leşkeran, ji ewil di 8-13’ê Kanûnê de kêlên tevahiya goran şikandin û tabelaya goristanê hate daxistin. Piştî haya raya giştî ji dîmenan bûy, Walîtiya Bedlîsê hatin û çûna gund li gel qedexe kir. Di navbera 14-17’ê Kanûnê de jî tevahiya goran hatin vekirin û cenaze birin cihên nediyar. Di Tebaxa sala 2013’an de jî mizgeft û akademiya li goristanê hatibû çêkirin jî hatin hilweşandin. Heta kevirên goristanê ku bi makîneyên kar hate hilweşandin jî li kamyonan hatin barkirin û birin cihekî nediyar.    TENÊ 30 CENAZE DAN MALBATAN   Di 15 rojên ewil de tu agahî ji malbatan re nehatin parvekirin ka cenaze bi ku de birine. Di 2’yê Çileya 2018’an de jî Walîtiya Bedlisê bi daxuyaniyekê ragihand ku cenaze ji bo tespîtkirina nasnameyan birine Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Demek piştre derket holê ku cenazeyên heta demekî li ATK’ê hatin sekinandin, piştre li payerêya Goristana Kîlyosê hatine definkirin. Li ser vê yekê, gelek malbat ji bo mînakên xwînê bidin çûn Stenbolê. Hinek malbatên ku gelek caran çûn Stenbolê û daxwaza dayina cenazeyên zarokên xwe kirin, cenaze jê re hatin dayin. Heta niha derdora 30 cenazeyan hatine teslîmkirin û aqûbeta 230 cenazeyan jî nayê zanîn.    PIŞTÎ 8 SALAN CARA EWIL DÎMENÊN GORISTANÊ HATIN KIŞANDIN    Hatin û çûna Goristana Xerzanê ku di hafizeya gelê Kurd şopeke mezin a êşê li pey xwe hiştiye, ji 17’ê Kanûna 2017’an heta niha qedexe ye. Ji wê dîrokê heta niha cara ewil Ajansa Mezopotamyayê  (MA) çû herêmê û hem rewşa gundan hem jî rewşa goristanê kişand. Quleya çavdêriyê ya leşkerî ya li kêleka goristanê balê dikişîne û kevirên goristanê jî hatine hûr hûrkirin. Qada goristanê bi temamî bi giha hatiye girtin û kavilên gorên hatine xerakirin jî hêj li şûna xwe ne. Heta kavilên avahiya akademiyê û mizgeftê jî bi temamî ji holê hatine rakirin. Dîwarê li dora goristanê hatibû avakirin jî hema hema bi temamî hilweşiya ye. Rêya ku makîneyên kar heta têketina goristanê çêkirin û texrîbata rê li ber vekirin jî xuya dike. Gundiyan, diyar kirin ku hêj niha jî qedexeye ku wesayît û welatî nêzî goristanê bibin.    KOTAYA JI BO XUREKÊ, QEDEXE, ZEXT Û OPERASYON      Gundên goristan li wir hêj niha jî welatî piştî nîşandana nasnameyê dikarin biçin. Destûr nayê dayin tu kesên ne ji wir têkevin gundan. Li gorî agahiyên gundiyan, di sala 2023’yan de leşkeran destûr nedane hevjîna welatiyekî ya ne mehra fermî jî negirtine gund. Di vê pêvajoyê de gelek qedexe ji bo gundiyan hatine derxistin ku di serî de jî bisînorkirina xurekê ye. Şêniyên gund dan zanîn ku mixadarê xurekê li gorî hejmara endamên malbatê ji hêla leşkeran ve tê diyarkirin û her tim operasyon tên kirin. Di navbera salên 2018 û 2024’an de gelek caran bi ser gundan de hate girtin û bi sedan welatî hatin binçavkirin û piraniya wan hatin girtin. Di sala 2023’yan de tenê li gundên herêma Xerzanê zêdetirî 400 welatî hatin binçavkirin û piraniya wan hêj girtî ne.    GUND 24 SAETAN BI KAMERAYAN TÊN KIŞANDIN   Niha hema hema tevahiya zozanên Geliyê Şêx Cûma ku gundên behsa xeberê li wê herêmê ne, qedexe ne. Hema hema li hemû giran, li hemû çiya û heta li nava gundan jî quleyên çavdêriyê hatine avakirin û gund 24 saetan hem ji hêla van quleyan ve hem jî bi fotokapanan tên şopandin. Balkêş e ku stûnên ceyranê jî li nava goristanê hatine danîn.    Li herêmê ambargo û qedexeyeke mezin heye û zextekî giran li ser gel heye. Welatî li bendê ne ku bi pêvajoya nû re ev qedexe bên rakirin.    MA / Adnan Bîlen