KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da 2025-06-13 17:55:39 NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê têkildrî êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got: “Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi zîhniyeta modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk pêkan e. Em bang li her kesî dikin ku pirsgirêkan ne bi şer lê bi siyaseta demokratîk, diyalog û muzakereyan çareser bikin.”  Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê daxuyaniyeke nivîskê weşand. KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk e û banga çareseriyên bi siyaseta demokratîk kir.    Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: “Duh piştî nîvê şevê Îsraîl li dijî Îranê êrîşên berfireh ên hewayî kir. Mixabin ev êrîş şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir û bi her aliyê xwe ve zirarên mezin da gelan, bû sedema hilweşandin û êşên mezin kûrtir kir. Şerê ku bi destê dewletan bi armanca desthilatdarî û hegemonyayê tê pêşxistin, bi tu şêweyê ji pirsgirêkan re nabe çarserî û êşên mezin dide gelan. Rê li ber êş, mirin, windahî û hilweşandinan vedike. Di dîroka Rojhilata Navîn de ku bi sedan sal in bi şerê bêyî navber hatiye arastin, xuya bû ku şer ji tu pirsgirêkan re nabe çareserî, rê li ber êş, windahî û hilweşandinan vedike, pirsgirêkan zêdetir kûr dike û tîne rewşeke ku di nav de asê bimînin. Em vê şerê ku li gelan dide windakirin û rê li ber hilweşandin û zirarê vedike, şaş dibînin û şermezar dikin. Divê êdî ji aliyê her kesî ve were fêmkirin ku şer ji pirsgirêkan re nabe çare û dev ji polîtîkayên şerê were berdan. Em wekî Tevger bi hişmendiya vê heqîqet û rastiya dîrokî tevger dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê pirsgirêk bi rêbaza siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk a ku Rêber Apo daniye holê, werin çareserkirin. Em bang li her kesî dikin ku bi vê têgihiştinê û bi vê zemînê tevger bikin û ne bi şer lê bi siyaseta demokratîk, diyalog û muzakereyê pirsgirêkan çareser bikin.   Em bi vê wesîleyê careke din diyar dikin ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi modernîteya demokratîk û têgihiştina neteweya demokratîk pêkan bibe. Bi têra xwe hatiye îspatkirin ku bi hêrsa hêz, desthilatdarî, hegemonya û zîhniyeta netew-dewlet a yekparêz a modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn ku baxçeya gel, bawerî û çandan e, jiyaneke bi aştiyane nehatiye avakirin û wê neyê avakirin. Ev zîhniyeta ku zêdeyî 100 sal in tê dewamkirin, Rojhilata Navîn asê kiriye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku Rêbertiya me ji bo ku vê asêmayîna dîrokî ya li Rojhilata Navîn derbas bike, di nava hewldaneke mezin de ye. Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’an de kir, ji bo derbaskirina vê asêmayînê ye. Zirarên ku şerê tê kûrkirin dide gelan, girîngiya vê banga dîrokî careke din derxistiye holê. Em li ser bingeha vê rastiya dîrokî, bang li gelan, jin û hemû hêzên sosyalîst ên demokratîk dikin ku banga dîrokî ya Rêber Apo zêdetir fêm bikin, rêxistinbûna xwe mezin bikin, hevgirtina xwe xurtir bikin û çareseriya demokratîk pêş bixin.”