Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da 2025-06-13 11:06:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê şermezar kir.    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê têkildarî êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Îranê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev êrişa ku bi awayekî aşkera hiqûqa navneteweyî binpê dike, provokasyoneke ku xizmetê ji polîtîkaya bêîstîqrarkirina herêmê ya stratejîk a Îsraîlê re dike. Êriş, di demeke ku muzakereyên têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê tên kirin de hate kirin. Ev yek nîşan dide ku hikûmeta Netanyahu naxwaze tu mesele bi rêyên dîplomatîk çareser bibe û ji bo berjewendiyên xwe, xwe ji bêîstîqrarkirina herêmê nade paş.”