Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt 2025-06-13 09:04:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê diyar kir ku tevahiya geştên hewayî ji bo demekê dane sekinandin.    Piştî êrişa vê sibehê ya Îsraîlê ya li dijî Îranê, Iraqê ji bo ewlehî û metirsiya egera êrişên li nav Iraqê tevdîran digire. Wezareta Veguhestinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku geştên hewayî li hemû balafirgehên Iraqê bi tevahî hatine rawestandin.   Her wiha hate diyarkirin ku qada hewayî ya welêt ji ber aloziyên ewlehiyê yên herêmî bi awayekî demkî hatiye girtin. Daxuyaniya Wezaretê de wiha hate gotin: “Ji ber aloziyên ewlehiyê yên li herêmê û ji bo ewlehiya geştên sivîl ên li qada hewayî ya Iraqê were mîsogerkirin, trafîka hewayî hatiye rawestandin û qada hewayî bi demkî hatiye girtin da.”   Her wiha heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şîrketa Giştî ya Xizmetên Seferên Hewayî ya Iraqê gav bi gav dest bi valakirina hemû balafirên ku digihîjin Iraqê, ji Iraqê derdikevin û qada hewayî ya Iraqê bikar tînin kiriye. Hate ragihandin ku ev tedbîr ji bo parastina ewlehiya rêwiyan hatiye girtin.