Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye 2025-06-09 09:00:30 STENBOL - Endamê SYKP PM Harûn Tûrgan diyar kir ku di navbera demokratîkbûna welat û azadiya Kurdan de pêwendiyeke bingehîn heye û got, "Li Tirkiyeyê ne tenê Kurd, pêwîstiya çepgiran jî bi nûkirina rêxistinbûnê heye." Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Harun Tûrgan geşedanên di çarçoveya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de û biryara PKK'ê ya 'bêçekbûnê' nirxand.     Tûrgan anî ziman ku pirsgirêka Kurd meseleya azadiyê û daxwaza azadiyê ye û û wiha axivî: "Di navbera demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdan de pêwendiyeke bingehîn heye. Ger mafê Kurdan yê xwerêbirinê ji wan re bihêlin; ev jî mafê bindestan ê diyarkirina navgîn û şêwazên xwe yên têkoşînê digire nava xwe. Me biryara têkoşîna çekdarî neda. Devjêberdana çek û an jî dewamkirin jî biryara me nîn e. Lê belê, em hewl didin ku paşxaneya wê ya dîrokî û çarçoveyî fêm bikin û encamên gengaz û îhtîmala ku wê binirxînin. Nîqaş hate kirin ku têkoşîna çekdarî ne tenê navgîna têkoşînê ye û ne jî wê bibe û veguherîna rêxistinî hewce ye. Bi salan me diyar kir ku ne tenê Kurd, çepa Tirk jî û rêxistinên ked û çep ên gerdûnî jî pêdiviya wan bi nûbûneke rêxistinî heye. Avabûna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî li ser vê bingehê bû. Ji niha û pê ve girêdayî ye ku ev biryar dane û em ê hemû bi çi rengî têbikoşin. Ev biryar ne bidawîbûna têkoşînê ye. Dawiya formeke rêxistinî ya diyar e."   GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Tûrgan diyar kir ku di pêvajoya nû de piştgiriya ji bo Kurdan bidomînin û divê çep û sosyalîst jî li kêleka Kurdan têbikoşin. Turgan têkildarî tayînkirina qeyûman a li şaredariyan li bajarên Tirkiyeyê belav bûye û wiha got: "Divê em daxwaza azadiyê ya Kurdan di çalakiyê de ji girseyan re ragihînin û bikin ku daxwaz bi rastî jî hev du temam bikin. Divê em têkoşîna hevpar bidin meşandin. Eger rêxistineke dîrokî bi gotina 'ez çekê bi kar naynim' naverokê nede û li şûna wê biryara 'fesîxkirinê' bide, ev yek nîşan dide ku bawer e rêxistinbûyînek li gorî xwe nebe jî wê di nava civakê de kokê bigire. Em dibînin ku li Rojava bingehên civakî yên têkoşîna li dijî kapîtalîzm, mîlîtarîzm û dîktatoriyê hene. Girîng e ev bên ronîkirin û aştî û demokrasî bi hev re ji bo têkoşînê bên vegotin."   'DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ NEBE MIJARA BAZARÊ'   Tûrgan da zanîn ku Abdullah Ocalan ji ber ku rêberê têkoşîneke azadiyê ye li girtîgehê tê ragirtin û bi biryara PKK'ê re sedemên girtîgehê yên Ocalan ji holê hatine rakirin û divê 'mafê hêviyê' nebe mijara bazarê û wiha got: "Daxwaza azadiyê ya gelê Kurd a ji bo Ocalan demeke dirêj e heye. Lê belê di vir de ya ku divê were balê bikişînin ser ew e ku divê 'mafê hêviyê' bi şert neyê dîtin. Gotina 'Hevdîtin heye, lewma em tecrîda li ser Ocalan bişikînin' biçûkxistin e. Li gorî hiqûqa heyî rakirina tecrîdê û bicihanîna 'mafê hêviyê' mecbûriyet in. Ocalan niha daxwaza şert û mercên baştir ên xebatê dike. Lê belê em nikarin ji bo Ocalan ji ya ku em ji mehkûmekî din dixwazin kêmtir bixwazin. Di vî warî de desthilatdarên ku dewletê bi rê ve dibin xwedî mecbûriyeteke qanûnî ne."   Tûrgan diyar kir ku dema Kurd mafên xwe bidest bixin dê 'dîktatoriya' li welat jî paşve biçe û wiha got: "Helwesta wan çi dibe bila bibe, bi Kurdan re tifaqeke objektîf a mûxalefeta demokratîk heye. Wekî din, bicihanîna hemû daxwazên Kurdan, qedandina rejîma nedestûra bingehîn û bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas e. Ev yek ji bo her kesî tê wateya demokrasiyê."   MA / Omer Îbrahîmoglu