Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar 2025-06-08 14:41:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama qezayên trafîkê ku di 3 rojên Cejna Qurbanê de rû dane 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Di encama qezayên trafîkê ku di 3 rojên Cejna Qurbanê de rû dane 26 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar û 590 kes jî birîndar bûn. Der barê mijarê de Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wiha ragihand:   "Di sê rojên (Pêncşem, În, Şem) Cejna Qrbanê de 2 hezar û 238 qezayên trafîkê pek hatiye. 26 welatiyên me li cihê buyerê jiyana xwe ji dest dane. 3 hezar û 590 welatiyên me jî birîndar bûn. Di 3 rojên cejnê de ji aliyê tîmên me yên trafîkê ve 1 mîlyon 352 hezar û 653 wesayît hatine kontrolkirin."