Li Basayê nexweşiya tebekê 2025-06-05 15:25:08   ŞIRNEX - Li gundê Çobankazani yê navçeya Basayê nexweşiya tebekê hat tespîtkirin.    Li gundê Çobankazani yê navçeya Basa a Şirnexê, nexweşiya tebekê hat tespîtkirin. Piştî vê Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Şirnexê û Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Basayê li herêmê dest bi xebatan kirin. Di ketina gund de tabelaya ku dibêje 'Li vê taxê nexweşiya tebekê heye' hat danîn.    Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê, ketin û derketina heywanên li gundê Çobankazaniyê û gundên derdorê qedexe kirin.