Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir 2025-05-26 22:00:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tehliyekirina malbatên li Kampa Holê dimînin, bi îktîdara Şamê re li ser mekanîzmayeke hevpar li hev kir.    Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku li Kampa Holê şandeyeke desthilata Şamê, şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hev civiyan. Ehmed, diyar kir ku di civînê de li ser mekanîzmayeke hevbeş a birêxistinkirina pêvajoya derxistina malbatên Sûriyeyî û vegerandina wan li herêmên wan lihev hatin ku zehmetî û barê li ser kampê sivik bibe.   Bi domdarî Ehmed anî ziman ku kî bixwaze vegere herêman xwe dê Rêveberiya Xweser piştgiriyê bide û anî ziman ku dosyaya mirovî di planên pêşîn de ye û dûrî mijarên siyasî girîngiyek mezin didin vê mijarê.