Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe? 2025-05-26 11:21:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' û biryara PKK'ê çav li parlementoyê ye. Abdullah Ocalan di sala 2013'an de di mijara çareseriyê bal kişandibû ser rola meclisê gotibû: “Em ê dawî li îsyanê bînin. Bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?”   Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ nîqaşên der barê pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de ketin qonaxeke nû. Li Kurdistan û Tirkiyeyê serdemeke dîrokî dest pê kir. Abdullah Ocalan di 23’ê Cotmehê de li Girava Îmraliyê di hevdîtina xwe ya yekem de bi parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re wiha got: "Eger şert û merc guncav bin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdetê veguherîne bingeheke hiqûqî û siyasî." Piştî bersivdayîna vê peyama Abdullah Ocalan, DEM Partî ji bo hevdîtinê çû girava Îmraliyê.   NASKIRINA SIYASÎ Û HIQÛQÎ     Pêvajo di 27’ê Sibatê de bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan gihîşt qonaxeke nû. Abdullah Ocalan di banga xwe ya dîrokî de ku rê li ber serdemeke nû vedike hişyarî da û got, "Bêguman di pratîkê de danîna çekan û fesîxkirina PKK'ê naskirina siyaseta demokratîk û aliyên hiqûqî ferz dike. PKK'ê bersiv da vê bangê û di 5-7 'ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî û biryara fesîxkirinê û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî da.   SEROKÊ MECLISÊ: BILA EWILÎ ÇEK BÊN BERDAN!   Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku yek ji aktorên pêvajoyê ye, bi banga xwe ya di 22'ê Cotmehê de, di 18'ê Gulanê de peyameke nû da û bi tevlêbûna partiyên li parlamentoyê xwest "Komîsyona Yekitî û Piştgiriyê ya Neteweyî" bê avakirin. Lê belê piştî banga Bahçelî Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş got, "Bila ewilî çek bên berdan."   JI BO PÊŞKETINA PÊVAJOYÊ MECLIS CIHEK GIRÎNG E    Di vê pêvajoyê de, di hevdîtina pêşî de ku şandeya Imraliyê 28'ê Kanûna 2024'an pêk anî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Ji bo serkeftina pêvajoyê, hewce ye ku hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyê bêyî ku di hesabên teng û demkî de gav bavêjin, helwesteke erênî nîşan bidin û piştgiriyê bidin. Bêguman yek ji sedemên herî girîng ên van bexşan jî wê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) be.”   Abdullah Ocalan di navbera salên 2013-2015an de di hevdîtinên ku bi Şandeya Îmraliyê re pêk anî de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane gelek caran bal kişandibû ser rola parlamentoyê.   LI DIJÎ SABOTAJAN ROLA MECLISÊ   Abdullah Ocalan di 3’ê Çile ya 2013’an de di hevdîtina xwe ya bi Şandeya Îmraliyê re hişyariyên girîng kiribû û bal kişandibû ser rola parlamentoyê. Abdullah Ocalan da zanîn ku li dijî pêvajoyê sabotaj hene û wiha got: "Pêwîste li Meclisê komîsyonek bi qanûnan bê avakirin. Dibe ku wek Komîsyona Heqîqetê, an jî Komîsyona Rûbirûbûn an jî lihevkirin bê binavkirin. Divê pêvajo ji aliyê mirovên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê ve ji nêz ve were şopandin û di vê mijarê de rola xwe bilîzin."   DESTÛRA BINGEHÎN A ÇARESERIYÊ!    Abdullah Ocalan der barê Destûra Bingehîn de bal kişand ser pêwîstiya bi Meclisa Damezrîner û got, "Divê Destûreke Bingehîn a ku şîdeta 40 salên dawî ya navbera gelê Tirk û Kurd bi dawî bike. Ji avabûna komarê û vir ve di Destûra Bingehîn de hewldanên tasfiyekirina Kurdan û civaka Îslamî hene. Bi vî rengî gelê Tirk jî ji maf û azadiya xwe bêpar hatiye hiştin. Divê maf û azadiyên gelê Tirk û civaka Îslamî qebûl bike, her wiha hebûna gelê Kurd qebûl bike. Hebûna gelê Kurd hê ji aliyê dewletê ve nehatiye naskirin. Divê bê naskirin. Ne tenê zimanê wan e ku divê were qebûlkirin, di heman demê de mêjiyê wan, hebûna wan e jî. Bêyî naskirina rastiya Kurd ji aliyê parlamentoyê ve, hûn çawa dikarin destûreke bingehîn çêbikin?"   20 XALÊN REFORMÊ    Abdullah Ocalan Destûra Bingheîn a 1921'an bi bîrxist û got ku dikare Pêşniyara Reformê ya Kurd a 20 xalan pêk tê dikare esas bê girtin û wiha got: "Li wir mijar naskirina hebûna Kurdan e. Em dixwazin Pêşniyara Reformê ya Kurd ji nû ve zindî bikin. Wek hûn jî dizanin k udi 9’ê Sibata 1922’an de li hemberî 64 dengan bi 373 dengan hatibû qebûlkirin. Bi veşartina vê belgeyê armanc tasfiyekirina Kurdan bû. Lê belê serketina 30'ê Tebaxê piştî qebûlkirina vê belgeyê rû da. 1922 sala rizgariya Tirkiyeyê ye. Tu çima van belgeyan vedişêrî?"   Abdullah Ocalan, da zanîn ku divê şert û mercên aştiyê bên avakirin, hişyariya, “Di prensîbê de ez ne li dijî bidawîkirina têkoşîna çekdarî me. Lê em ê çi têxin şûna wî? Eger parlamento rolê neleyze û eger rêûresmên qanûnî û destûra bingehîn neyên kirin, çawa dikare mercên aştiyê bên afirandin?” kiribû.   ROLA KU DIKEVE SER MILÊ SEROKÊ MECLÎSÊ   Abdullah Ocalan di hevdîtina 18’ê Adara 2013’an de bal kişand ser rola serokê meclîsê û wiha got: “Divê serokê meclîsê bi xwe jî pêşkêşî parlamentoyê bike. Mesela di sala 1921’an de li Koçgiriyê jî rewşeke bi heman rengî hebû. Parlamento banga van dike, biryarekê dide û dibêje, 'dawî li îsyanê bînin'. Tevî ku pêvajoya wan hinekî cuda dewam dike jî, ya me jî bi heman rengî ye. Em ê dawî li îsyanê bînin. Bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe? Ya me jî meseleya çil û pêncî salan e.”   Abdullah Ocalan da zanîn ku di pêvajoyeke awarte de derbas dibin, bal kişand ser rola meclîsê û got ku divê li meclîsê komîsyonek bê avakirin û pêvajoyê bişopîne.   LI ÎMRALIYÊ MIJARA HERÎ GIRÎNG: BANGA PARLAMENTOYÊ   Di hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Heyeta Îmraliyê ya 3'ê Nîsana 2013'an de mijara herî girîng "banga parlamentoyê" bû. Abdullah Ocalan li ser giringiya banga meclisê wiha got: "Çil salên dawî bigire, an jî dibe ku sed salên dawî be jî. Mirov dikare bibêje: Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi lez û bez ji atmosfera şer a giran dûr bikevin (dikare weke derdoreke şerê navxweyî jî bê binavkirin) û ji bo bicihanîna berpirsyariyên xwe beşdarî siyaseta demokratîk a legal bibin. Ev bang wê qonaxa duyemîn bide destpêkirin. Ev merhale yek jê ye ku pêvajoya qanûnî-destûra bingehîn derdikeve pêş."   ‘BERIYA HER TIŞTÎ DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ’    Abdullah Ocalan, bal kişand ku bidawîkirina şerê çekdarî tenê bi têkoşîna demokratîk a hiqûqî mimkun e û wiha got: "Mesele ne derxistin û an jî ne derxistina qanûnê ye. Ev hemû tenê parçeyên qonaxa siyasî ya demokratîk in. Piraniya destûrî dikare bangî parlamentoyê bike. (Hinekî bi hêrs) Min şaş nekin. Dema min got me pêvajoya pevçûnê ya dîrokî qedand, ez nabêjim bi aştiyê bi encam bû; ez behsa girêdayîbûna gerdûnî ya bi siyaseta legal û têkoşînê dikim. Ez dibêjim, 'tu ji van bêyî Tirkiyeyeke demokratîk nabe, dem ne dema wê ye, erebeyê daneynin ber hespê'. Pêşî divê Tirkiye demokratîk be.''   ‘DIVÊ MAZAKERE DI MECLÎSÊ DE QANÛNÎ BE’   Di hevdîtina 8'ê Sibata 2014'an a li Îmraliyê de rojeva sereke parlemento bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Pirsgirêka bingehîn a dîrokê ji Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê re nayê anîn. Divê pirsgirêka sedsalê ya dîrokê bi bangekê bê rojevê.”   Abdullah Ocalan da zanîn ku divê muzakereyên li parlamentoyê werin qanûnîkirin û wiha got: "Ez mijara girtiyên nexweş qet nîqaş nakim. Min got şermeke mezin e. Ji niha û pê ve jî em ê her tiştî bi rêya peymanên çarçoveyê bikin. Em ê peymaneke çarçoveyê pêk bînin. Ev dê bên muzakerekirin. Li vir em ê çarçoveya muzakereyan nîqaş bikin. Ew dê wê bibin parlementoyê û wê qanûnî bikin. Em ê danûstandina ewlekariyê bikin, li gund vegerin, gundan ji nû ve ava bikin û van mijaran müzakere bikin. Nabe ku yek alî be. Axaftina li ser efûyekê jî şaş e. Em dê rêkevtinek hevpişk pêk bihînin. Qanûna peymanê wê derbasdar be. Derxistina qanûnên teklîfê ya yek alî têrê nake. Ferzkirina pakêta yek alî provokasyon e. Çareseriyê pêk nayne, dibe sedema neçareseriyê. Bi qanûna peymanê dema ku alî werin cem hev metneke hiqûqî an jî sazûmanî ava bikin pêk tê. Di bin de wê îmze hebin. Hemû pirsgirêkên bi heman rengî yên çar sed salên dawî bi vî rengî hatin çareserkirin.”   MA / Ozgur Paksoy