Abdulhakîm Daş: Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeheke wekhev bê çareserkirin 2025-05-26 09:08:58 STENBOL - Serokê DGD-KON'ê Abdulhakîm Daş got ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha welatîbûna wekhev hewldan hebin.   Serokê Konfederasyona Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD-KON) Abdulhakîm Daş bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên ku Kongreya 12’emîn a PKK'ê de hatine wergirtin û diyar kir ku ji bo pirsgirêkê çareseriyek bi lez nayê hêvîkirin. Daş da zanîn ku ji ber giraniya pirsgirêkê nayê fikirîn ku di nava çend mehan de çareser bibe û wiha got: "Tevgereke 50 salî ku piştî salên 1980'î ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi sedan sal in derketiye holê, serî li şîdeta çekdarî da û niha xwe fesîx kir.”   'GAVÊN KU BÊN AVÊTIN'     Daş diyar kir ku divê welatiyên nexweş, extiyar û astengdar ên li girtîgehan bi pêngaveke destpêkê ya însanî re bên berdan û wiha got: "Tê gotin ku wê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin û ev yek jî ji bo rakirina astengiyên destûra bingehîn ên li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê di demeke herî kurt de bên avakirin. Zimanê ku bi sedsalane hatiye qedexekirin divê ji aliyê gel ve wek nasname bê qebûlkirin û hebûna wê di bin parastina destûra bingehîn de bê misogerkirin. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê divê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn. Ji bo rêveberiyên herêmî yên ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatine diyarkirin, divê şertê xweseriyê bê ewlekirin."   ASTENGIYÊN LI DIJÎ PÊVAJOYÊ    Daş anî ziman ku pêwîste sedemên pirsgirêkê ji holê bên rakirin û wiha axivî: "Hê jî ferasetek nîne ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Astengî û hewldanên neçareserkirinê hê jî hene. Di nava 7-8 mehên dawî de tu gav nehatin avêtin. Pirsa 'Gelo ev taktîkeke derengxistinê ye?' tîne bîra mirov. Di nava 40 salên pevçûnê de gelek êş hatin kişandin. Eger pirsgirêk dewam bike, hêzên navneteweyî wê dest lê werdin û der barê bêtehemûliya mijarê de bikevin nava hewldanan. Di vî warî de pêwîste feraseta heyî ya li Tirkiyeyê bê şikandin û li gel partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo afirandina raya giştî ya pêwîst gavên bi lez ji bo demokratîkbûyînê werin avêtin. Ji ber ku pirsgirêk çareser bibin, wê astengiyên li pêşiya çareseriyê jî ji holê bên rakirin. Pêwîste yên li derveyî Kurdan ji Kurdan bi xwe bêhtir îqna bikin û ferasetên heyî yên heta niha hatine kirin bişikînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha welatîbûna wekhev hewldan hebin."   ‘DIVÊ HER KES TÊBIKOŞE’   Daş da zanîn ku divê pêvajo bi zelalî were meşandin û wiha got: "Niha hikûmet îdîa dike ku tu soz nedaye. Diyar dikin ku gavên tên avêtin bê şert û merc tên kirin. Lê belê ji ber referansa Peymana Lozanê ya di biryara kongreyê ya PKK'ê de, di nava hin koman de alozî derketiye. Yek ji çavkaniyên sereke yên vê mijarê jî ferzkirina bênasnamebûnê ya li ser Kurdan a di Peymana Lozanê de ye. Ev yek di Destûra Bingehîn a 1921'an de tê qebûlkirin, lê piştî Lozanê bi Destûra Bingehîn a 1924'an re hatiye rakirin. Çavkaniya bingehîn a pirsgirêkê ev e, ku Fermana Şark Islahatê ye. Divê em ji civakê re rave bikin ku ev astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêkê ne. Eger hêzên navneteweyî mudaxleyî çareseriya pirsgirêkê dikin, hingî pêwîste rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê jî ji bo çareseriyê têkiliyê deynin. Yek ji sedemên hebûna Konfederasyona DGD'ê jî ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiyane têdikoşe. Divê civak ji bo çareseriyê bêhtir bikeve nav hewldanan. Em ê xebatên xwe yên têkildarî pêvajoyê bi guhertina nêrînan bi sazî û partiyên sivîl re bidomînin. Kurd û her kesên li erdnîgariya Kurdan dijîn jî pêwîste di mijara yekîtiyê de bêhtir têbikoşin.”    MA / Melîk Çelîk