Parêzerê girtiyê nexweş Tekîn: Em ji jiyana wî bi fikar in 2025-05-26 09:07:14   ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn (67) dema hat binçavkirin di bin çavan de diranên wî hatin rakirin, testîsên wî hatin teqandin û ji ber pirsgirêka nefes wergirtinê bi tûpa oksîjenê jiyana xwe didomîne. Parêzer Ozcan Sarioglu anî ziman ku tahliyeya muwekilê wî 11 mehan hatiye taloqkirin û bi jiyana muwekilê xwe bi fikar e.    Mijara girtiyên nexweş, tedawî û serbes neberdana girtiyên nexweş di rojevê de ye. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan a der barê mirinên li girtîgehan de pirsname da Wezareta Dadê û wezaretê diyar kir ku di navbera 24'ê Tîrmeha 2023 û Kanûna 2024'an de hezar û 26 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Wezareta Dadê têkildarî hejmara girtiyên nexweş agahiyan parve nake lê li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 28’ê Nîsanê li girtîgehan jê 335 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene.    Taloqkirina înfazên girtiyên nexweş li aliyekî, serbestberdana girtiyên nexweş ên cezayên xwe qedandine, ji aliyê Rêveberî û Desteyên Çavdêriyê ve tên derengxistin. Yek ji girtiyên nexweş ku berdana wî dereng maye Îbrahîm Tekîn ê 67 salî ye. Tekîn ê ku di 11’ê Gulanê de 30 sal cezayê xwe temam kir, bi biryara Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Alîaya Şakranê ya Îzmîrê û Desteya Çavdêriyê ya ku 'baş tevnegeriyaye' 11 meh tahliye taloq kir.   Tekîn di sala 1995’an de dema li Antalyayê hat binçavkirin di bin çavan de bi penseyê diranên wî rakirin, testîsên wî hatin teqandin, hestiyên parxanê hatin eciqandin. Ji ber îşkenceya binçavan, şert û mercên li girtîgehê nexweşiyên apneya xewê, astim û guatrê ketiye û niha li girtîgehê bi tûpa oksîjenê jiyana xwe didomîne.   JI JIYANA TEKÎN BI FIKAR IN    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxê Îzmîrê parêzer Ozcan Sarioglû diyar kir ku Tekîn ê ku serbestberdana wî hat taloqkirin, careke din 'ceza' lê hatiye birîn. Sarioglu aşkere kir ku ew ji jiyana wî bi fikar in, li dijî biryara taloqkirinê îtiraz kirine lê ti encam wernegirtine û wiha got: “Dadgehên îtirazê ku li dijî biryarên Desteyên Çavdêriyê desthilatdariya îtirazê ye, tenê diyar kir ku ev biryara der heqê şexs de tenê di rojekê de ne meşrû ye û bêyî ku hincetekê nîşan bide, bêyî ku nirxandineke hiqûqî were kirin. Dadgeha Îcrayê, girtiyên ku cezayên xwe bi şertê serbestiya bi şert qedandine, mîna ku organeke dadgeriyê ye, ji nû ve daraz dike. Em vê yekê di nirxandina têkildarî muwekîlê xwe de jî dibînin. Di vê qonaxê de pirsên hatine kirin ne mimkun e ku li midûriyeta polîsan û ne jî li dadgehê were pirsîn. Kesên ku desteya darazê nîn in, di hevdîtinên lijneyê de hewl didin ku li baweriyên siyasî yên girtiyan bipirsin. Ji bo bersivên hatine dayîn, tê nirxandin ku girtiyên 'sempatiya bendewariyê ya ji bo rêxistinê' yan jî 'hîn jî pêwendiya wan bi rêxistinê re heye' rê li ber vê biryarê vedike ku gel 'ne ji rêveçûna baş e'. Biryar xwe dispêre texmînên wekî muwekîlê me yê 67 salî ku nexweşekî giran e, 'dibe ku ji nû ve tevlî rêxistinê bibe' an jî 'dikare di entegrekirina civakê de zehmetiyan bikşînin'. Dema ku Desteyên Îdarî û Şopandinê der barê azadiya girtiyan de biryaran bidin, divê parêzer jî li wir amade bin. Di van nirxandinan de divê mirov di mijara pirsên bêhiqûqî yên ji wan re tên kirin de, xwe bigihînin alîkariya hiqûqî. Ji ber ku ti nirxandineke li ser girtiyan nayê kirin, nayê qeydkirin. Biryara der barê azadiya şexsekî de bi belgeyeke ku îmzeya girtiyê tê de nîne, bi tenê îmzeyên endamên lijneyê biryar tê dayîn.”   DANEYÊN WEZARETÊ   Parêzer Sarioglu anî ziman ku parazvan û rêxistinên mafên mirovan têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêk tên xebatan dimeşînin û wiha got: “Daneyên ku Wezareta Dadê di rojên dawî de eşkere kir, gelekî daneyên ku me bi dest xistine zêdetir e. Ev dane mirov ditirsîne. Mixabin, karê rêxistinên parêzvanîya mafên mirovan bi rastî tenê beşeka pir biçûk ya wêneyî derxist holê. Daneyên Wezaretê nîşanî me didin ku rewşa heyî gelekî mezintir û tirsnak e. Bêyî ku du sal derbas bibin jî hezar û 26 kes di girtîgehan de mirin, di rastiyê de mikurhatina sûc e. Di vê wateyê de divê mirov bipirse bê ka mirov li girtîgehan tedawiya bi çi rengî dikin. Hejmara zêde nîşan dide, ku mîna me beriya niha jî behs kiribû, di mijara xwegihandina tedawiyê de mirov tên sînordarkirin. Di nav sînorên dewletê de girtîgeh cihên ku 'ewlehî' herî zêde lê ne û desthilatdarî herî berfireh in. Li cihekî ku 7/24'an tevgerên girtiyan lê tên şopandin, sazî bêguman berpirsyariyeke gelekî mezin digire ser milê xwe. Divê Wezareta Dadê di 515 rojan de têrê neke ku daneyên derbarê vê gelek kesan de jiyana xwe ji dest dane parve bike.”   DIKIN MIJARA BAZARA SIYASÎ   Sarioglu têkildarî îşkence û binpêkirinên mafan ên ku ji aliyê kesên nexweş ên girtî ve tên jiyîn jî got ku di serlêdanên Saziya Tiba Edlî (ATK) de der barê rewşa girtiyên nexweş de biryarên pir bi alîgir tên dayîn. Sarioglû bibîr xist ku serbestberdana girtiyên nexweş di rêziknameya heyî de girêdayî ATK'ê ye û wiha axivî: "Lê belê ATK ji bo girtiyên gelekî nexweş û nêzî dawiya jiyana xwe raporên 'dikare li girtîgehê bimîne' jî dike. Em dibînin ku ATK 'helwesteke sîstematîk' qebûl dike. Lazim e ev 'helwesta' ATK'ê biguhere. Dema ku nirxandineke objektîf tê kirin, divê gelek girtî di girtîgehê de nemînin, lê mixabin di dawiya rojê de dema derbas dibin piştî tên berdan fikar û rexneyên me rewa dike. Baş tê zanîn ku di salên dawî de em di bin zexteke mezin de ne, lewma biryarên ji aliyê ATK'ê ve hatine dayîn ketine bin bandora vê yekê. Di mehên dawî de hem bendewariyên girtiyan hem jî yên malbatên wan derketin pêş. Ger rêziknameyên heyî li ber çavan bên girtin dê serbest bên berdan. Pêwîst e mijara girtiyên nexweş nebe mijara bazara siyasî.”     MA / Ugurcan Boztaş