ROJEVA 26'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-26 09:00:03       * Berdevkê Komeleya Çanda Civakî ya Nûjînê Homer Feizî diyar kir ku heta ku zimanê Kurdî ji dagirkeriyê rizgar nebe, dê azadiya ramanê pêk neyê.   * Endama PACE'yê Laûra Castel têkildarî pêvajoyê ev tişt anî ziman: "Weke gava destpêkê divê Birêz Ocalan azad bibe û ne li girtîgehê, divê xwedî derfet be ku van hevdîtinan di heman astê de rû bi rû bimeşîne."   * Girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn (67) dema hat binçavkirin di bin çavan de diranên wî hatin rakirin, testîsên wî hatin teqandin û ji ber pirsgirêka nefes wergirtinê bi tûpa oksîjenê jiyana xwe didomîne. Parêzer Ozcan Sarioglu anî ziman ku tahliyeya muwekilê wî 11 mehan hatiye taloqkirin û bi jiyana muwekilê xwe bi fikar e.    * Serokê DGD-KON'ê Abdulhakîm Daş got ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha welatîbûna wekhev hewldan hebin.   * Firat Nebîoglû li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin. Rapora Nebîoglû ya “Ji sedî 92 astengdar e” û nexweşiya wî ya gurçikan hene û rewşa wî her ku diçe girantir dibe.    * TJA dê di 28-29’ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar bixe.  Çaglar Demîrel a TJA’yî got ku ew ê ji bo avakirina civaka demokratîk, hewl bidin xeta têkoşîna hevpar ava bikin.    * Endamê CPT'yê Kameran Osman diyar kir ku Tirkiyeyê di 5-7'ê Gulanê dema PKK'ê kongreya xwe li dar dixist 61 û di roja biryarên kongreyê hatin aşkerakirin de jî 94 caran êriş kiriye. Osman, got: "Domandina êrişan, aştiyê dereng dixe û pêşiya pêvajoyê digire."    * Şaxa ÎHD'a Amedê dê têkildarî pêvajoya nû li avahiya şaxê daxuyaniyê bide. (13.00)    * Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (13.30) ZINDÎ