Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê bi konserekê bi dawî bû 2025-05-25 22:28:43 AMED - “Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê” ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, bi konsera hunermend Xecê bi dawî bû.    Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê ku di pêşengtiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd ew sê rojan didomiya, bi dawî bû. Roja sêyemîn bi kargeha çîçekên ziwa di nav çarçoveya epoksî de û kargeha findan hat lidarxistin. Hevdîtin bi konsera Koma Govend û Xecê hat lidarxistin û dawî bû.   Ewilî Koma Govend li Qadê govend gerandin paşê hunermend Xecê derket ser dikê. Dema Xecê stranan digot gelek kes flasha telefona xwe vekirin û bi hev re stranan gotin. Hezaran kes qad tije kirin û govend gerandin.   Hevdîtin, bi konsera Xecê bi dawî bû.