Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin 2025-05-22 15:16:36 ENQERE - Berdevkê Wezareta Parastinê Zekî Akturk diyar kir ku tevî biryara PKK’ê ya bidawîkirina xebatên xwe jî dê êrişan bidomînin.    Rawêşkarê Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re û Berdevkê Wezareta Parastinê Tugamîral Zekî Akturk, li wezaretê daxuyanî da.    Tevî ku PKK’ê di 12’emîn Kongreya xwe ya di 5-7’ê Gulanê de hat lidarxistin de biryara bidawîkirina xebatên xwe dabû jî Akturk da zanîn ku dê êrişên xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Ji bo kapasîteya çalakî û tevgera wan bi temamî ji holê rabe, dê xebatên me yên operasyon û lêgerînê bidomin.”   Akturk, ji bo êrişan îdiaya “ewlehiya sînor” kir û li xwe mikûr hat ku êriş berdewam in.    HPG’ê çendek roj berê daxuyaniyek dabû û gotibû ku êrişên Tirkiyeyê berdewam in.