Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin 2025-05-19 12:14:58 MÊRDÎN - Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Bucayê li dijî zextan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hat zanîn ku midûrê girtîgehê gefa “Ka ev pêvajo bila biqede ez dizanim dê çi bi serê we bînim” li girtiyan xwariye.    Girtiyê nexweş Zerdeşt Oduncu ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Buca ya Îzmîrê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku ev hefteyeke li dijî zextan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.    Di hevdîtinê de Oduncu da zanîn ku rêveberiya girtîgehê her tim zextan li wan dike û gefan li wan dixwe. Oduncu, di hevdîtinê de ev agahî parve kir: “Rewşa me baş nîne. Bi ser qawîşên me de digirin, êrişan dikin. Hevalekî me anjiyo bû. Xistin wesayîta girtîgehê û tevî pansumana wî anîn girtîgehê. Daxwazên me nayên cîbicîkirin. Dema em îtîrazê dikin jî bi gefan bersivê didin. Midûrê girtîgehê gefa ‘Binêrin ez çi bi serê we tînim. Ka bila pêvajo bi dawî bibe wê demê ez dizanim dê çi bi serê we bînim.’ li me dixwe. Dema em navê midûrê gefan li me dixwe tînin ziman jî telefonê digirin. Li dijî van sepanan, ev hefteyeke em di greva birçîbûnê de ne. Em ê çalakiya xwe bidomînin.”    Dayika Oduncu, Selma Oduncu jî anî ziman ku wan li ser telefonê ji kurê xwe re gotine ku pêvajo baş derbas dibe û got: “Di demeke em ji girtiyan re dibêjin pêvajo baş e û dê tevek bên berdan de ev agahî ji girtîgehan tên. Weke malbat fikarên me hene. Em van êrişên li dijî zarokên xwe qebûl nakin.”    ZERDEŞT ODUNCU KÎ YE?     Zerdeşt Oduncu dema di sala 2011’an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê li ser înşaetê dixebitî hate binçavkirin. Bi îdiaya “bombeya deng avêtiye emniyetê” şandin dadgehê û hate girtin. Di dema darizandinê de gelek doz lê hatin vekirin û heta 174 salan cezayê hefsê jê re hate dayin. Heta demekê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hate ragirtin û di sala 2014’an de jî şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê. Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 12’ê Sibata 2014’an de xwe şewitand û li ser bedena wî şopên şewatê yên giran man. Hêj tedawiya wî baş nehatibû knirin ku dîsa şandin girtîgehê. Li ser vê yekê îltîhabê birînên wî girt û laşê wî perçê kom dike. Di encama çalakiya greva birçîbûnê de di kezeba wî de nexweşî derketin. Hem fitqa stû hem jî ya piştê lê peyda bûye. Di sala 2018’an de şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û di sala 2022’yan de jî şandin Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê. Oduncu, ji sala 2024’an heta niha jî li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Bucayê tê ragirtin.