Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir 2025-05-15 15:35:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk jiyana xwe ji dest da. Ozgenturk dê sibe li Beyoglûyê bê bibîranîn.    Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk jiyana xwe ji dest da. Fîlmên “Hazal”, “Hesp (At)”, “Notirvan (Bekçî)”, “Balayka” jî di nav de Ozgenturk derhêneriya gelek fîlmên din kiribû. Di heman demê, di pêvajoyên senaryoyên fîlmên weke “Selvî Boylum Al Yazmalim”, “Fikar (Endîşe)” û “Kêrî (Suru)” de jî cih girt.    Sendîkaya Kedkarên Sînemayê (Sîne Sen) dê sibe saet di 14.00’ê de ji bo Ozgenturk li Sînemaya Atlasê merasîma bîranînê li dar bixe.