Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin 2025-05-15 12:43:50 ENQERE - Kesên beşdarî bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn a li Tuzluçayirê bûn, diyar kirin ku her du şoreşgeran jî kevneşopiyeke mezin ava kirin.  Bîranîna ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn di 13’ê Gulanê de li Tuzluçayir a Enqereyê hatibû destpêkirin, didome. Ji derdorên cuda gelek kes tev li bîranînê bûn.      Ji beşdaran Şevval Uzun bal kişand ser girîngiya tax û mala bîranîn lê tê lidarxistin û got: “Tevahiya kesên di avakirina PKK’ê de cih girtin li vir kom bûn, li vir civiyan. Lewma maleke sembol e. Her wiha wateya wê mezin kir. Ji ber vê jî bîranîna li Tuzluçayirê gelek biqîmet e.”      Devîn Can Atakan jî got: “Ev pêvajo diyariyî van hevalan hate kirin û ev jî hestiyariyekê bi xwe re tîne. Em bi hêza ji wan digirin li vir in.”      Ensar Bozkurt jî got: “Ev mala em niha tê de ne maleke dîrokî ye. Ji bo dîroka partiya me cihekî dîrokî ye. Pêvajoya em tê de ne jî gelek girîng e. Bîranîna li vir bi xwe re hestiyariyeke mezin anî. Rêhevalên me kevneşopiyeke mezin afirandin.”    ‘TUZLUÇAYIR MÎRATEYA RIZA ALTÛNAN E’     Mûstafa Karabudak jî ev tişt anî ziman: “Têkoşîna azadiyê li Tuzluçayirê havênê xwe girt. Mîrateya canên me ye, mîrateya Riza Altûnan e. Ev ji bo me rûmet e. Ev sê roj in em li vir û eleqeyeke zêde ya xelkê Tuzluçayirê heye. Her kesên tên vê derê pir xemgîn xuya dikin. Ev yek watedar e. Şehadeta hevalên me ji bo me windahiyeke mezin e.”      Reşat Keskîn jî got ku ew Riza Altûn ji Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê nas dike û wiha got: “Dema di sala 1980’ê de ketîm girtîgehê, di qawîşa hejmar 25’ê de dimam. Ji doza Devrîmcî Yolê hatibûm girtin. Demek piştre komeke qelebalix hate qawîşê. Hewşa me û wan heman bû. Dema rojekê j hewşê vedigeriyam, kesên di qawîşan de derxistin. Min Riza Altûn wê demê dît. Bi rêzdarî bi bîr tînim.”