Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin 2025-05-15 09:54:05   AMED - Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Remzî Kaymak û Serokê SP’ê ya Amedê Abdurrahman Ergîn diyar kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê mafên destûra bingehîn ên Kurdan bên naskirin.     Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û PKK’ê jî di danezana 12’emîn Kongreya xwe de got “me xebatên xwe bi dawî kiriye.”    Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Remzî Kaymak û Serokê Partiya Saadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn, têkildarî biryarên PKK’ê axivîn.    Remzî Kaymak, diyar kir ku ji bo aştiyê tişta ji dest tê ew ê bikin û got: “Em biryarê erênî dibînin. Divê qîmeta vê were zanîn. Êdî bila ne dayik ne jî bav û zarok negirîn. Divê Kurd di destûra bingehîn de bên pênasekirin. Divê mafên wan di çarçoveya destûra bingehîn de bên dayin. Heke ev kar bi ser keve, em ê ji bo welatên Rojhilata Navîn bibin welatekî mînak.”    ‘BI LIHEVKIRINA CIVAKÎ RE FIKARÊN HEYÎ DIKARIN JI HOLÊ BÊN RAKIRIN’    Abdurrahman Ergîn jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êşên giran hatine jiyîn û ev tişt anî ziman: “Lê ji bo ev êş bi dawî bibin, aştî şert e. Biryara fesixkirinê û çekdanînê ya PKK’ê ji bo hizûr û aştiyê gelek girîng e. Ji vir û şûnde divê li gorî daxwaza gel, ev mijar li Meclisê were axaftin û ev meseleye di çarçoveya maf, hiqûq û edaletê de bê çareserkirin. Li hêla din fikarên gel jî hene. Tecrûbeyên berê rê li ber van fikaran vedikin. Ji bo çareseriyê, divê jidilbûnek hebe. Divê kes nekeve pey dengan û mesele di çarçoeya maf, hiqûq û edaletê ya lihevkirina civakî esas digire bê çareserkirin. Civiyana partiyên muxalefetê, rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên civakê û hwd. girîng e û dê bandoreke erênî bike. Ev fikarên heyî bi vî awayî dikarin bên tunekirin.”    ‘DIVE MEKANÎZMAYA EDALETÊ BÊ CÎBICÎKIRIN’    Ergîn, anî ziman ku girîng e ku ji vir û şûnde mekanîzmaya edaletê bê cîbicîkirin û wiha pê de çû: “Ev meseleya divê ji hêla destûra bingehîn ve bê misogerkirin. Qanûn, li Meclisê tên dayin. Bi tunehesibandina Meclisê re ev meseleye çareser nabe. Divê siyasetmedar ji ber muxalîfbûna xwe neyên girtin û li şûna wan qeyûm neyên tayînkirin. Di mijara ziman û çandê de divê temînateke destûra bingehîn hebe. Ev ne tenê bo Kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê girîng e.”    ‘ARGÛMANÊN DIJBERTIYÊ ÇÊDIKIN DIVÊ BÊN TUNEKIRIN’    Ergîn, bi lêv kir ku di encama polîtîkayên înkar û pişaftinê yên ji destpêka komarê heta niha de neheqî û derhiqûqtiyên pir mezin hatine kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Zilmeke mezin hate kirin. Êşên mezin hatin kişandin û bedelên giran hatin dayin. Ji bo êdî ev neyên jiyîn, divê gelê me bibêje ‘me ev welat bi hev re ava kir û divê em xwedî heman mafan bin.’ Anku divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û pêşiya wî were vekirin, divê cihêkariya aborî ya li dijî herêmê bê bidawîkirin, nasname û çand bê naskirin û di destûra bingehîn de bê misogerkirin. Ev meseleye ne tenê dikare bi polîtîkaya navxweyî were çareserkirin. Aliyê wê yê herêmî û navneteweyî jî heye. Dema Tirkiyeyê bi Bakurê Iraqê û Sûriyeyê re têkiliyên baş danî, ev dê destê Tirkiyeyê gelek xurt bike. Ji bo vê jî divê li hundir dev ji zimanê cihêkar û sorkirinê berdin. Bi vê re dê aramî û aştî bê.”    MA / Mujdat Can