Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin 2025-05-14 12:43:10 STENBOL - Ji bo Esengul Demîr, Semîha Şahîn û Saîme Ozguzhan ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatibûn girtin, biryara tehliyeyê hate dayin.    Endama Meclisa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, endama MYK’a DEM Partiyê Semîha Şahîn û Saîme Oguzhan di 21’ê Sibatê di çarçoveya lêpirsîna der heqê HDK’ê de ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Ji bo her sê kesên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dihatin ragirtin, bi tensîbê biryara tehliyeyê hate dayin. Ji bo kesên hatine tehliyekirin biryara qedexeya derketina derveyî welat hate dayin.    Tê payîn ku kesên hatine tehliyekirin di çendek saetên pêş de bên berdan.