Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne 2025-05-14 11:30:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û vir ve, hikûmet û dewletê li şûna avêtina gavên şênber 'bi tenê' xwestekên baş anîn ziman. Piştî ku PKK'ê biryarên xwe yên kongreya xwe di 12'ê Gulanê de aşkera kir, hemû çav li ser gavên ku dewlet biavêje ye.    Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de ji raya giştî re hat ragihandin, PKK'ê di 1ê Adarê de biryara agirbestê îlan kir û paşê di 12’ê Gulanê de encamnameya kongreya xwe ya 12’emîn aşkera kir.   Roja encamên kongereyê hat ragihandin serşêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum wiha got: “Ji bo Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê dike. Ji niha û pê ve pêşketin û xurtkirina demokrasiyê daxwaz û berpirsyariya her kesî ye, ji ber ku mecbûriyeta parastina serxwebûn, yekparebûna axa Tirkiyeyê û yekitiya siyasî ye. Bahaneya kesî nîne ku xwe vekişîne, dûr bisekine yan jî li hember bisekine. Em hemû bi hev re Tirkiye ne û divê êdî li her platformê û li her qadê em vê yekê weke hêza 86 mîlyonî nîşan bidin."   JI MUXALEFETÊ PEYAMÊN ERÊNΠ   Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel di hesabê xwe yê medya sanal de daxuyanî da û wiha got: "Em hêvîdar in wê gavên pêwîst ên vê bangê ji aliyê aliyên pêwendîdar ve bên avêtin û terora ku bi sedema mirina deh hezaran û zerareke giran a aborî û civakî da, wê heta bi hetayê biqede. Bêguman pirsgirêk ne bi daxwazan, bi avakirina pêvajoyeke ewle û bi xebatan çareser dibin. Çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê tenê bi pêkanîna aştiya navxweyî mimkun e. Aştiya navxweyî ne bi pergaleke otorîter, lê li gorî rêgezên dewleta hiqûqê, dadmendiyê û wekheviyê pêk tê.    Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan û Serokê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya jî daxuyaniyên piştgiriyê dan bangê û ji bo çareseriya pirsgirêkê serî li Meclisê dan.   DAXUYANIYA BAHÇELÎ Û ERDOGAN    Serokkomarê AKP'î Erdogan di bernameyeke 28'ê Sibatê de axivî û wiha got: "Bi însiyatîfa wêrek a hevalbendê me yê di Tifaqa Neteweyî de birêz Devlet Bahçelî ku bi helwesta me ya biryardar dest pê kir û bi pêş ve çû, hewldanên ji bo Tirkiyeyeke bê teror êdî gihîştiye qonaxeke nû. Derfet heye ku gaveke baş ber bi armanca hilweşandina dîwarê terorê ku di navbera biratiya me ya hezar salî de hatiye lêkirin, bavêje. Em di wê baweriyê de ne ku meşandina vê yekê bi rengekî aram, bi sebir û ji dil rêbaza herî bi bandor e. Yên ku naxwazin ev pirsgirêk bi rengekî mayînde û teqez çareser bibe, wê hebin. Em ê li dijî her provokasyonên ku dibe di vê pêvajoyê de derkevin holê hişyariya herî mezin nîşan bidin û hemû tedbîrên pêwîst bigirin. Piştî ku zexta çek û terorê bê rakirin, wê qada demokratîk a siyasetê bi awayekî xwezayî hîn bêhtir berfireh bibe."   Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê Adarê de li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parvekirinek kir û wiha got:  “Di rewşeke wiha aloz û kaotik de ji bo Tirkiyeyê firsendên dîrokî hatine bi destxistin. Di 27’ê Sibata 2025’an de daxuyaniya ku li Îmraliyê hatibû amadekirin û ji aliyê heyeta DEM Partiyê ve ji raya giştî re hat parvekirin ji serî heta binî daxuyaniyeke girîng e.” Bahçelî têkildarî biryara agirbestê ya PKK’ê jî wiha gotibû; “Daxuyaniyên ku tên dayîn bangewaziyê xurt û temam dikin, bêgûman kêfxweşî ye. Ger rêveberên rêxistina terorê PKK ên li Qendîlê li dora Îmraliyê bibin xelek û li banga 27’ê Sibatê xwedî derkevin ev helwesteke rêxistinî ye û ev ji bo me hemûyan tiştek bi xêr e.”   BAHÇELÎ ZIMANÊ XWE GUHERAND   Piştî vê bangê Devlet Bahçelî zimanê xwe jî guherand, di parvekirinên xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke 'rêberê damezrîner ê PKK'ê' nîşan da. Li ser bertekên li hemberî vê daxuyaniyê Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Îsmaîl Ozdemîr got, "Em qebûl bikin an jî qebûl nekin, ev rastiyeke teknîkî ye. Serokê giştî ev rastî anî ziman. Divê hin tişt ji aliyê Tirkiyeyê ve bên derbaskirin.”   ERDOGAN: PERGALA CÎHANA NÛ   Di 12’ê Adarê de li Meclîsê ji bo parlamenteran bernameyeke fitarê hat lidarxistin û Erdogan di bernameyê de têkildarî mijarê wiha got: “Ji bo Tirkiyeyeke bê teror di demeke kurt de hedef bê girtin, me pêşketineke girîng bi dest xist. Di 27'ê Sibatê de ji bo Tirkiyeyeke bê teror bendeke krîtîk bi awayekî serketî hat derbaskirin. Bêyî ku em zêde dirêj bikin, bêyî rê li ber tengezarî û provokasyonê vekin, ez bawerim wê encamên li bendê bûn zû bi dest bikevin.    Her wiha Erdogan di 31'ê Adarê de li ser mijarê ev nirxandin kir: "Li şûna bêhêvitiyê, veguherandina vê bendewariyê di destê me de ye. Tirkiyeyeke bê teror, wê Tirkiyeyeke ku demokrasî bêhtir lê xurt dibe be. Di serdemeke wiha de ku pergaleke nû ya dinyayê teşe digire, pêkan e ku ev geşedan ji bo Tirkiyeyê veguherîne fersendekê.''   HEVDÎTINÊN BI PARTIYAN RE    Di vê pêvajoyê de heyetek bi serokatiya Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, ji 10'ê Adarê û pê ve dest bi tûra duyemîn a hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re kir. Heyet destpêkê li Meclîsê bi Partiya Kedê (EMEP) re hevdîtin kir û piştre bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan re hatin cem hev. Heyetê di 12 'ê Adarê de bi Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Saadet û Partiya Gelecekê re hevdîtin pêk anî. Di 17'ê Adarê de bi delegasyonên AKP û MHP'ê re hevdîtin pêk anîn. Ji van hevdîtinan a herî girîng jî di 10’ê Nîsanê de bû ku Heyeta Îmraliyê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin pêk anî û heyet ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat. Ev hevdîtin piştî 13 salan bû yekemîn hevdîtina rû bi rû ya bi Erdogan re.   Heyeta DEM Partiyê di 24'ê Nîsanê de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kir. Heyeta ku di nav de Cîgirên Serokê Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Hevserokê Komîsyonê û Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan hebûn, li ser şert û mercên xebatê û tendirustiyê yên Abdullah Ocalan û her wiha pêşniyarên guhertina Qanûna Înfazê ya der barê girtiyên nexweş û kesên ku cezayên wan tên darezandin de civînek pêk anîn.   NÎQAŞÊN PIŞTÎ BIRYARA PKK'Ê   Komîteya Rêveber a PKK'ê ku ragihand ku wan kongreya xwe ya 12’emîn di 5-7'ê Gulanê de lidar xistin, di 12'ê Gulanê de bi deklarasyonekê diyar kir ku dawî li çalakiyên xwe anîn. Yek ji kesên ku bersiva vê daxuyaniyê da, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bû û wiha got: "Ez spasiyên xwe pêşkêşî rêberê damezirîner ê PKK’ê  Abdullah Ocalanê dikim ku di 27ê Sibatê de bi banga aştî û civaka demokratîk berpirsiyariya dîrokî hilgirtibû ser milê xwe, her wiha ji bo heyetên ku di navbera Îmralî-DEM Partî-Qendîl de trafîka ragihandin û danûstandinê pêk dianîn, spasiyên xwe pêşkêşî hevserokên DEM Partiyê û rêveberên wê û endamên parlementoyê dikim.”   Erdogan jî der barê mijarê de wiha got: “Me îro di pêvajoya Tirkiyeya bêteror de bendeke din a krîtîk derbas kir. Ji bo bigihêjin hedefera xwe ya Tirkiyeya bêteror em pêşdarazî û astengiyan ji holê radikin, xefikên fîtne û nifaqan xirab dikin û gavên bi xwe bawer dimeşin.” Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî vê yekê weke "biryareke dîrokî û girîng" bi nav kir.    Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê yê di pêvajoya muzakereyên 2013-2015'an de li ser navê hikûmetê beşdarî hevdîtinên aştiyê bû Efkan Ala jî wiha got: "Di vê qonaxa girîng de wê mekanîzmayên li ser xebatên bên kirin û birêvebirina pêvajoyê bi awayekî guncaw werin xebitandin."   DAXUYANIYÊN MUXALEFETÊ   Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel jî têkildarî mijarê wiha got: "Weke CHP em bi hevgiriyeke dîrokî piştgiriyê didin hewldanên aştiyê. Ji bo çareseriyeke berfireh a ku rizaya malbatên şehîdan, gaziyan û hemû şehîdan misoger bike, em bi hesta berpirsyariyê tevdigerin. Em balê dikişînin ser pêwistiya hemû rêziknameyên qanûnî yên ji aliyê demokratîkbûyînê ve bêyî derengmayînê di bin banê Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de bên meşandin."    Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî wiha got: "Hêvîdarim em vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin."  Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan jî ev nirxandin kir: "Serdemeke ku em têlên bi dirik ji holê rakin û aştiyê tacîdar bikin serdemeke nû dest pê kir. xwezî Sirri Sureyya Onder jî ev roj bidîtan. Bila ser xêrê be."    Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan jî daxuyanî dan û biryar wek erênî nirxandin. Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş û partiyên sosyalîst jî diyar kirin ku ji bo pêvajo bi awayekî aştiyane bi encam bibe dê hewldanên wan berdewam bikin.   ŞERÊ PRATÎKÎ HAT JIYÎN    Di pêvajoya ku di 1'ê Cotmeha 2024'an de destpê kir, di 27'ê Sibatê de gihîşt encameke nû û di 12'ê Gulanê de bi biryarekê dewam kir, di heman demê de hem ji bloka desthilatdariyê hem jî ji mûxalefetê daxuyaniyên erênî hatin. Yekane pêngava şênber a heta niha der barê pêvajoyê de hat avêtin, biryara PKK'ê bû. Ne Erdogan û ne jî Bahçelî der barê sererastkirinên siyasî û hiqûqî de tu gavên şênber neavêtine û êrîşên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bê navber berdewam dikin.    Li gorî daxuyaniya Navenda Têkiliyan a Çapemeniyê ya HPG'ê di navbera 1 'ê Adarê dema ku PKK'ê agirbest ragihandibû û 10'ê Gulanê de hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve bi giştî 23 hezar û 914 êrîş li ser herêmê hatine kirin.     MA / Tolga Guney