Girîngiya pêvajoya li Rezanê ji esnafan re hat vegotin 2025-05-13 12:04:38   AMED – DEM Partiyê ku esnafên herêmê ziyaret kir, girîngiya pêvajoya ku piştî banga Abdullah Ocalan destpê kir û berpirsyariyên pêvajoyê, vegot.    Rêxistina Navçeyê Rezanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Bazara Sebze ya Mezin serdana esnafan kir. Di serdanê de Hevserokên Navçeyê yên DEM Partiyê Remziye Akinci û Medenî Kavak, her wiha Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz tevî gelek endamên partiyê amade bûn.    Di serdanê de broşurên bi sernavê; ‘'Yên nikarin zimanê xwe biparêzin nikarin tiştekî biparêzin’ yên bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Her wiha nameya ku Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan der barê pêvajoyê de bi çar zimanan hatibû nivîsandin pêşkêşî welatiyan hat kirin.   Di serdanan de hevşaredar Leyla Ayaz bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û behsa destkeftiyên aştiyê kir. Leyla Ayaz bilêv kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyên her kesî hene. Welatiyan kêfxweşiya xwe ya ji pêvajoyê anîn ziman û daxwazên xwe yên aştiyê vegotin.    Piştî guhdarîkirina pêşniyar û rexneyên esnafan Leyla Ayaz diyar kir ku dê hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin. Welatiyan kêfxweşiya xwe ya ji serdanê anîn ziman û xwestin ku gelek caran bên ziyaretkirin.