'Divê Wezareta Dadê mudaxilî pêvajoyê bibe' 2025-05-13 09:26:07 ŞIRNEX - Endamê OHD'ê Serfiraz Azad diyar kir ku pêvajo yekalî dimeşe û got ku divê Wezareta Edaletê ji bo sererastkirinên qanûnî divê înîsiyatîfê bigire û ji bo sererastkirinên qanûnî tev li pêvajoyê bibe. Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê biryara fesixkirin da û ragihand ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye. PKK’ê ji bo ku pêvajo bimeşe hin rêzgav avêtin, lê gavên berbiçav ên ku ji aliyê dewletê ve tên hêvî kirin ku pêvajoyê pêşve biçe ne diyar in. Wezareta Dadê li ser pêkanîna hêviyên der barê avakirina bingeheke qanûnî ya ji bo pêşveçûna pêvajoyê de bêdeng dimîne. Endamê Nûnertiya Şirnex a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)Serfiraz Azad ji Wezareta Dadê xwest ku înîsiyatîfê bigire û tevlî pêvajoyê bibe.   Azad bi bîr xist ku Tirkiye biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan û daxwaza sererastkirina qanûnî pêk neaniye. Azad da zanîn ku biryara DMME'yê ya ku cezayê heta hetayê wekî "binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab" dinirxîne, di şexsê Abdullah Ocalan de hemû girtiyên ev ceza li wan hatiye birîn ji vê bêpar tên hiştin. Azad diyar kir ku ev polîtîkayeke bi zanebûn a siyasî ye û got: "Ev biryar ne tenê pîvana fizîkî ya tecrîdê, binpêkirina sîstematîk a mafên ragihandin, hevdîtin û parastinê jî nîşan dide. Lewma nêzîkatiya Tirkiyeyê ya ji bo mafê hêviyê ne tenê îhmalkirin e, parçeyek ji polîtîkaya siyasî ya bi zanebûnî ye."   Azad, da zanîn ku ev mijar di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye û ji bo pêkanîna biryarê divê komîte zorê bide Tirkiyeyê. Azad destnîşan kir ku rewşa tecrîda mutleq bi tu awayî bi rêgezên gerdûnî yên hiqûqa cezayê ya nûjen re li hev nayê û got: "Di vê çarçoveyê de nepêkanîna mafê hêviyê ne tenê binpêkirineke teknîkî ye, di heman demê de înkarkirina hebûna ferd e jî. Ji ber vê yekê domandina tecrîdê, bûye bingeha bingehîn a binpêkirina mafê hêviyê. Ji bo mafê hêviyê pêk bê, pêşî divê mekanîzmayeke qanûnî bê çêkirin."    'BAREKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ HIQÛQNASAN'   Azad, destnîşan kir ku di çêkirina bingehê qanûnî ya pêvajoyê de berpirsyarî dikeve ser milê parêzeran jî û ev tişt anî ziman: "Em niha dibînin ku pêvajo bi awayekî yekalî pêş dikeve. Sedema herî mezin a ku niha gelên Tirkiyeyê nikarin xwe tevlî pêvajoyê bikin, ev e ku ji ber nezelaliyê û pêvajo yekalî tê meşandin. Ger hem PKK hem jî dewlet li ser zemîneke hiqûqî rûnên, helbet barekî mezin dikeve ser milê me OHD'ê. Hem di warê vegotina vê pêvajoyê ji bo gel, hem jî di warê hiqûqî de berpirsiyarî dikeve ser milê me."   Azad bal kişand ser wê yekê ku divê Wezareta Dadê di avakirina zemîna qanûnî ya pêvajoyê de rola xwe bilîze û got: "Di vê pêvajoyê de berpirsyariya herî zêde ya Wezareta Dadê ye. Em dibînin ku tu înîsiyatîfa Wezareta Dadê nîne. Tevî ku PKK'ê ragihandiye ku kongreya xwe li dar xistiye, lê Wezareta Dadê tu daxuyanî nedaye. Hêviyên aliyan hene. Lê belê ne zelal e ku çi tê kirin û tiştên tên kirin di kîjan astê de ne û wê rewşa gerîla çawa be û hiqûqa wan çi be. Nebûna vê zelaliyê pirsgirêk e û nahêle gel mudaxilî pêvajoyê bibe. Di vî warî de divê Wezareta Dadê înîsyatîfê bigire û ragihîne ku ka nexşerêyek heye yan na."   MA / Zeynep Durgut