Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2025-05-08 16:22:21   STENBOL - Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê; di meha Nîsanê de 8 jê zarok herî kêm 152 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.    Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya “cînayetên kar” a meha Nîsanê aşkera kir. Li gorî raporê, di meha Nîsanê de herî kêm 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji karkerên jiyana xwe dest dane 8 jê zarokên karker in. Bi domdarî hate diyarkirin ku hejmara karkerên di 4 mehên ewil ên sala 2025’an de di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane derketiye 611’an.    Di raporê de hate destnîşankirin ku di rewşa heyî de milyonek û 372 hezar zarokên karker hene û ji her 4 zarokên temenê wan di navbera 15-17’ê de yek jê dixebite û bi betlaneya dibistanan re hejmara zarokên dixebitin nêzî 2 milyonan bûye. Bi domdarî hate gotin ku sektorên kedê ji bo hêza kar a erzan zarokan neçarî xizaniyê dikin, ji perwerdeyê qut dikin û dikin karker. Rapor wiha domiya: “Bi sererastkirinên qanûnî temenê çiraxên namzet daxistin 11-12 saliyê, zêdekirina hejmara Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM), alîkariya fînansmanî ya ji bo kargehên zarokan didin xebitandin û gelek sepanên din kirin ku hejmara zarokên karker zêde bibe. Di nava 12 salan de herî kêm 764 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Hema hema ji sê paran yek jê ya zarokên jiyana xwe ji dest dane di bin 15 saliyê de ne. Ji wan zarokan 5 jê 4 salî bûn, 6 jê 5 salî û 5 jê jî 6 salî bûn.”