Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin 2025-05-06 09:00:40 AMED - Nûnerên saziyên ziman ên bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî amadekariyên çalakiyan dikin, destnîşan kirin ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Komele, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo pêşxistina zimanê Kurdî ku xebatên xwe didominîn, di 3’yê Gulanê de bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî starta çalakiyan dan. Di navbera 4'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê de wê gelek konferans, meş û panel bên lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza sereke "Rewşa perwerdeya kurdî ye."    'DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEHIYÊ'      Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Pekerê ku beşdarî daxuyaniyê bû li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê banga "Em xwedî li zimanê xwe derkevin" kir. Bahar Pekerê diyar kir ku bi taybetî zaravayê kirmanckî di xetereyê de ye û got: "Divê em biçin qursên kirmanckî. Divê em zarokên xwe bişînin qursan."   Aktivîsta TJA'yê Emîne Caynakê got ku gel bi zimanê xwe tê naskirin. Emîne Caynakê got: "Divê em zimanê xwe zindî bihêlin. Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê hemû erkên xwe bi cih bînin."   Hevberdevka Komîsyona Ziman a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê Gulbahar Ateşê jî got: "Ziman ji ber ku hebûn û nasnameya gelan e girîng e. Ji ber vê yekê divê li bazarê, li kuçe û kolanan, li her derê bi kurdî bê axaftin."   BANGAWAZÎ     Zimanzan Samî Tan jî destnîşan kir ku kurdî nasnameya kurdan e. Tan got: "Ziman girîng e. Ji ber vê yekê zimanê kurdî mifteya azadiya gelê kurd, statuya siyasî ya gelê kurd e. Lewma divê her kurdek ji 7 salî heta 70 salî bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive, bixwîne û binivîsîne. Divê jiyana xwe ya rojane bi zimanê dayikê bijî. Divê malbat bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin."   Berdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli Balsakê jî destnîşan kir ku divê kurdî bibe xwedî statu. Cemîle Turhalli Balsakê got: "Hûn nikarin hebûna zimanekî bê statu misoger bikin. Zimanê kurdî zimanekî qedîm e. Bi hezaran sal e li ser pêyan maye. Ev 40 sal in kurd ji bo zimanê xwe têdikoşin. Li tevahiya Kurdistanê ji bo ziman têdikoşin. Heta ku em bigihin armanca xwe em êm ê vê têkoşînê mezin bikin."    Yek ji welatiyên beşdarî çalakiyê bû Mîne Karakaşê jî got: "Ev 100 sal in li ser kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Ev asîmîlasyon ne tenê li ser ziman, li ser çand û nasnameyê jî didome. Ger ziman bê jibîrkirin, her tişt tê jibîrkirin. Ji ber vê yekê zimanê dayikê gelekî girîng e. Divê em wî biparêzin."    Ji mamosteyên zimanê kurdî Dîlan Guvençê jî diyar kir ku divê kurdî bibe xwedî statu. Dîlan Guvenç, anî ziman ku divê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.    Hevşaredara Çinarê Semra Akyuzê banga "Em dixwazin bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe bifikirin. Bila kurdî bibe zimanê fermî."