Ciwanên Amedê ji bo Onder pankart daliqandin: Oxir be qasidê roja me 2025-05-05 08:53:31  AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo Sirri Sureyya Onder pankarta “Oxir be qasidê roja me û aştiyê” daliqandin.  Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder duh li Stenbolê ji hêla bi deh hezaran kesan ve hate definkirin. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo Onder, bi pireke li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasê pankarta “Oxir be qasidê roja me û aştiyê” daliqandin.