Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê 2025-04-29 16:16:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DBP û DEM Partiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çû serdana MSD’ê.    Şandeya ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, serdanên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.    Şandeya DBP û DEM Partiyê îro çû serdana Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li bajarê Qamişloyê. Şande ji aliyê Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê ya Cizîrê Hisên Ezam, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî û endama Desteya Serokatiyê ya MSD’ê Diyala Henan ve hat pêşwazîkirin.   Her du aliyan li ser girîngiya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku di 26’ê Nîsanê de li Qamişloyê hat lidarxistin, gotûbêj kirin.   Şandeyê bal kişand ser girîngiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de hatiye kirin.   Şandeyê gera xwe bi dawî kiriye û tê payîn ku îro ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve û vegere bakurê Kurdistanê.