Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban 2025-04-28 15:52:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Iraqê, Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmet el-Şara vexwend Lûtkeya Ereban ku dê di 17’ê Gulanê de li Bexdayê bê lidarxistin.    Wezîrê Çand, Turîzm û Berhemên Dîrokî yê Iraqê Ahmet Fekak el-Bedranî, ji bo beşdarî Lûtkeya Ereban ku dê di 17’ê Gulanê de li Bexdayê were lidarxistin, vexwendnameyeke fermî ji Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmet el-Şara re şand.    Bedranî ji medyaya dewletê ya Iraqê (INA) re axivî û got ku wan Şara vexwendiye. Medyaya dewletê ya Sûriyeyê SANA’yê jî ev yek piştrast kir.    Di 17’ê Gulanê de dê li Bexdayê bi beşdariya nûnerên 22 welatan 34’emîn Lûtkeya Ereban were lidarxistin.    Hat zanîn ku mijarên sereke yên lûtkeyê jî geşedanên li Filistîn, Lubnan, Sûriye û Lîbyayê û ewlehiya avê, şirîkatiya enerjiyê, jinûveavakirina Xezeyê û mijarên din ên li herêmê ne.