Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû 2025-04-23 16:50:30   WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ragihand ku dê 1’ê Gulanê li Parka Mûsa Anter pîroz bikin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li avahiya Platforma Şaxên KESK’ê daxuyanî da. Berdevkê Demê yê Sendîkayê ya bajar Engîn Işik diyar kir ku dê karker û kedkar mehkûmî xizanî, bihabûn, bêkarî û bêpêşerojê nekin.    Işik, wiha got: “Em dizanin bi xwişk-biratî bijîn, bi awayekî adilane parve bikin. Em dikarin li ser vê xakê aştî û edaletê mayinde bikin. Bes ku em nehêlin welatê me ji bilî komeke biçûk ji bo her kesî veguhere girtîgehê. Em dikarin azad bijîn. Bes ku em pergaleke ne tenê gotin û biryarên kesekî lê derbasdar, em xwedî biryar lê ava bikin. Bes ku em nîşanî kesên bi girtina rojnameger, sendîkavan, hunermend, akademîsyen, hevşaredar, hevrikên siyasî û ciwanan hewl didin îktîdara xwe biparêzin bidin ku em ji wan mezintir in.”    DÊ LI PARKA MÛSA ANTER BÊ PÎROZKIRIN   Işik, da zanîn ku ew ê bi dirûşma “Em ê bi ser kevin” li qadên 1’ê Gulanê bên gel hev û got: “Weke bi milyonan kesên hemû nirx û xweşikiyên vî welatî ava dikin, em xwediyên esil ên vî welatî ne. Dema em rêxistinkirî bin, dema em bûne yek, tu hêz ji me mezintir nînin. Lewma jî dê komeke biçûk a sermayedaran û xwediyên îktîdarê winda bikin. Em ê bi ser kevin, gel dê bi ser keve. Dema em bi ser ketin jî dê demokrasî, edalet, aştî, xwişk-biratî, ked, welat û gel bi ser kevin.”    Bi domdarî Işik diyar kir ku dê 1’ê Gulanê li Parka Mûsa Anter pîroz kirin û banga tevlibûnê li gel kir.