Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya 2025-04-21 15:50:55 STENBOL - Şandeya DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.  Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.    Şande, beriya nîvro ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Şandeyê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji giravê vegeriya. Nehat zanîn ku ka şandeyê bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtin kiriye yan na.    HEVDÎTINÊN ÎMRALIYÊ    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin. Salên dirêj e ku hevdîtina Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin.    Abdullah Ocalan, piştî 44 meh ên rewşa agahînegirtina mutleq, di 23’yê Cotmeha 2024’an di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi biraziyê xwe Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir.    Piştre jî destûr hate dayin ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Prtiyê biçe serdana Îmraliyê. Şandeya DEM Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an, di 22’yê Çileyê û di 27’ê Sibatê de bi giştî 3 caran çûn serdana Îmraliyê. Di hevdîtina ewil de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê cih digirtin.    DI HEVDÎTINA 3'YEMÎN DE BANG HATE KIRIN    Di hevdîtina sêyemîn de li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, her wiha Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol û siyasetmedar Ahmet Turk jî cih girtin. Di hevdîtina li Îmraliyê de girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî tev li bûn.   Abdullah Ocalan, di hevdîtina 27’ê Sibatê de tevî endamên Şandeya Îmraliyê û hevalên xwe yên girtî, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir.    Abdullah Ocalan û girtiyên din, di çarçoveya destûra Cejna Remezanê de di 31’ê Adarê de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar Alî Konar, birayê Yildirim Polat Yildirim û xwişka Aktaş Sabîha Aslan tev li hevdîtinê bûn.    SIRRI SUREYYA ONDER TÊ TEDAWÎKIRIN    Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di çarçoveya pêvajoyê de di 10’ê Nîsanê de bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin.    Li bendê bû ku endamên şandeyê piştî hevdîtinê biçin Îmraliyê. Lê belê ji endamên şandeyê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Onder, hêj jî li Stenbolê li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.