Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê 2025-04-18 18:59:47   RIHA - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê tên girtin, bi mehan e bi hinceta ku lêgerîna nava dev qebûl nakin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û berdana gelekan ji wan jî bi hincetên kêfî hat taloqkirin.   Girtiyan di hevdîtina bi parêzeran re binpêkirinên mafan û pêkanînên kêfî yên li wan hatine kirin vegotin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê tên girtin, bi mehan e bi hinceta ku lêgerîna nava dev qebûl nakin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û berdana gelekan ji wan jî bi hincetên kêfî hat taloqkirin.   Hat hînbûn ku girtî ji ber ku ferzkirina lêgerîna nava dev qebûl nakin ev 7 meh in wan nabin nexweşxaneyê.Hat ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş ên giran her ku diçe girantir dibe û cezayên dîsîplînê li girtiyên ku lêgerîna nava dev qebûl nekirine dibirin.   Hat zanîn ku di 28'ê Nîsanê de li hin girtiyan hevdîtina bi malbatan re hatiye qedexekirin.Hat destnîşankirin ku li Mehmet Şîrîn Kaya, Suat Ogûz û Mehmet Tiryakî 2 meh qedexeya hevdîtina malbatê, li Aydin Degîrmenci jî mehek qedexeya hevdîtina malbatê hatiye dayîn.   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, girtiyan ev tişt gotin:   “* Di Lijneya Îdarî û Çavdêriyê de pirsên siyasî tên kirin.   * Poşmanî tê ferzkirin.   * Zêdetirî 5 pirtûk nayên dayîn.   * Hamît Acû yê ku cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û ev salek e di hucreya yek kesî de tê ragirtin, ji ber ku girtiyên din ên cezayê muebbetê yên giran tune ne, nikare ji mafên xwe sûd werbigire. Rojê tenê saeteke derdixin hewşê û daxwaza sewqê tê redkirin.   * Mehmet Şîrîn Kaya yê ku lingê wî ji cih derketiye, ji ber ku tedawiya fizîkî nayê kirin metirsiya xisareke mayînde li ser wî heye.   * Girtiyê nexweş Mehmet Sayilgan ê ku nexweşiya hîpermetrop pê re heye û nayê muayenkirin, berdana wî di 25'ê Adarê de 6 mehan hate taloqkirin.   *Berdana Adnan Çelebî yê ku 30 sal in girtî ye 2 caran, Kamûran Taş ê 30 sal in girtî ye carekê û Mehmet Sayilgan jî 5 caran hatine taloqkirin. Înfaza Aydin Degîrmencî û Mehmet Şîrîn Kaya jî hatin şewitandin."